Şervanên HRE’yê li Efrîn û Ezazê li dagirkeran dan

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrîn û bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzêçalakiyên bi bandor li dar xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrîn û bajarokê Ezazê çalakî kirine.

Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin;

“Roja 23’ê Mijdarê de hêzên me li gundê Meryemîn yê bi ser navçeya Şera de xwe berdan nava baregeheke artêşa Tirk a dagirker. Di encamê de 2 ji wan giran 7 leşkerên dagirker birîndar bûn.

Heman rojê hêzên me li gundê Xezewî ya bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyê bi navê Îbrahîm Mûsa el-Elî yê ku ji herêma Îdlîbê ye hat kuştin.

Di heman dîrokê de hêzên me li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 3 çete birîndar bûn.

Her wiha piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Mer’enaz, Şewarixa, Kela Şewarixa û Elqamiyê yên bi ser navçeya Şera de bi dijwarî topbaran kir.”