Şervanên Heftanînê berxwedana zindanan silav kir

Şervanên Cenga Heftanînê berxwedana zindanan silav kir, anî ziman ku wê berxwedan serketinê bînin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li qada Xantûr a Heftanîn ên di Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didin, berxwedana zindanan silav kirin.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Çiya ev nirxandin kir: “Em xwedî heman ruhî ne, tenê mekan ferq in. Berxwedana zindanan di dîroka têkoşîna Kurdistanê ya 40 salên dawî de xwedî rol e, di hemû pêvajoyan de jî xwedî bandor bûye û guherandiye. Em niha li Heftanînê li ber xwe didin. Hem li Heftanîn û hem jî li zindanan li her qadên ku ruhê berxwedanê yê PKK’ê hebe, kelhên berxwedanê tên avakirin. Eger ku hêvî û hêza serketinê hebe di serî de ev bi berxwedana Rêbertî ya li Îmralî û hemû hevrêyên li ber xwe dide ye. Ketina ferqa ku daxwazên şehîd û gel û ketina ferqa vê mirovan radike berxwedanê.

Her demê hevrêyên me yên li zindanan di demên krîtîk de bi erka xwe ya şoreşgerî rabûne û xwedî li Rêbertî derketine. Ev yek tim di nava partiyê de wiha tê nirxandin. Dema qala hevrê Mezlûm Dogan, Kemal Pîran, Mehmet Hayrî Dûrmûşan û Çaran tê kirin, tim ev heqîqet tê vegotin. Qadekî ya şoreşgerî û têkoşînê ye. Heta yek ji cihên herî şer lê dijwar, têkoşîn lê xurt û xwedî vîneke polayî Zindana Îmralî ye. Rastiya dijmin yek ji cihên herî zêde berbiçav tê dîtin, zindan in. Ji bo vê vîna tê nîşandan vîneke pir mezin e. Em niha hêz û moralê ji wan digirin li Heftanînê li ber xwe didin.”

‘SERKETIN WÊ EV RUH BÎNE’

Gerîla Çiya wiha domand: “Berxwedana Zindanan bi ruhê berxwedanê ya Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide. Ev ruh li bajar, çiya, zindanan li her cihê civak lê ye derdikeve holê. Ev ruh wê serketinê bîne.

Ya ku vî ruhî bi me dide jiyîn, hêza têkoşînê dide û dike xwedî vîn eşqa azadiyê ye. Rêbertî xeta me ya esasî ye ku devjê neberdine, rênîşaner û heqîqeta me ye. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, azad nebe, ma dibe li van çiyan û ciheke din azadî pêkan be. Berxwedana ji Îmralî heta Heftanîn digihêje zindanan li her cihê Kurdistanê tê kirin, silav dikin. Hevrêyên me yên zindanan ne bi tenê ne. Me ruhê berxwedanê ji hevrêyên xwe yên di berxwedana Zindana Amedê de şehîd bûne girtiye. Heta niha me çi qezenç kiribe, bi vî rûhî pêk hatiye. Ji niha û şûnde jî ku em qezenç bikin em ê bi vî rûhî qezenç bikin.

Eger ku heta niha dagirkeran li Heftanînê bi ser neketibe, bi saya vê berxwedanê ye. Em hê jî li Heftanînê li çeran in û çeperên xwe diparêzin. Ruhê berxwedanê yê Apoyî li her derê ye. Dem hatiye li zindan, li çiya û bajaran e. Em li Heftanîn, hevrêyên me li zindan û gelê me li her derê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin, em ê bi teqez Rêbertiya xwe azad bikin.”