Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li gundê Qizilbaş çalakiyeke fedayî lidar xist

Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li îro li gundê Qizilbaş yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û şehîd ket.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê berxwedana bê hempa ya şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê dewam dike. Îro şervanê YPG’ê Polat Efrîn li gundê Qizilbaş yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê heta dawî bi ruhekî fedayî şer dike û bi bombeyên li ser xwe xwe di nava dijmin de diteqîne.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku şervanê YPG’ê Polat Efrîn heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dide û got: “Hevrêyê me Polat Efrîn li ser cîhaz li gel hevrêyên xwe daxive û biryardariya xwe ya ji bo çalakiya fedayî radigine û bombeyên xwe li ser xwe diteqîne û şehîd dibe.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku wê têkildarî agahiyên nasnameya Polat Efrîn piştre bi raya giştî re parve bike.