Şervan Derwêş: Em xwedî li bîranîna Ebû Leyla derdikevin

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku ew xwedî li ruh û bîranîna Ebû Leyla derketine ku yek ji sembolên şerê Kobanê û Minbicê bû.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş bi wesîleya salvegera rizgariya Kobanê têkildarî şehîd Faysal Ebû Leyla ji ANF'ê re axivî.

Derwêş anî ziman ku beriya şoreşê ew li gel Ebû Leyla di karê tamîra wesayitan de dixebitî û bi bîr xist ku ji salên 1990'î û vir ve piraniya Kurdên ji Minbicê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re ne.

Derwêş diyar kir, Ebû Leyla ku malbata wî welatparêz e, bi demê re bi kar û sekna xwe bû ciwanekî naskirî û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re pê hesiya ku ji bo parastina gel û xweparastina ji DAÎŞ'ê pêwîstî bi hêzên parastinê heye, lewma yek ji kesên ku di nava koma destpêkê ya parastinê de cihê xwe girt Ebû Leyla bû.

MIROVÊ ZOR Û ZEHMETIYAN BÛ

Derwêş got, "Mirov dikare bêje ku tevgera destpêkê ya parastinê ya li Minbicê di şexsê Ebû Leyla de dest pê kir" û wiha dewam kir, "Ji ber ku di avakirin û pêşvebirina van koman de Ebû Leyla bi erka pêşengiyê rabû. Herî zêde bi karkeriya xwe dihate naskirin. Wî her kar dikir, bi rêxistin dikir, bi pêş ve dibir. Xwedî hêzeke xurt a biryardanê bû. Biryar dida, bi cih dianî û mirovên li derdora xwe jî tevlî vê yekê dikir. Her kesên ku pê re dixebitîn hêz jê digirin, wêrekî jê digirtin. Lewma ewqas ciwan li xwe kom dikir û dida şerkirin. Her tim li refên herî pêş bû. Xeterî li ku hebûya yan jî karekî ku kesî nikarîbû bikira hebûya Ebû Leyla li wir li refên herî pêş bû. Kesayet, hêza biryardanê û wêrekiya mirovan di demên zor û zehmet de eşkere dibe. Ebû Leyla jî mirovekî demên zehmet bû."

MINBIC BI SAYA WÎ HATE PARASTIN

Derwêş diyar kir ku koma wî biçûk bû, lê belê her kesî herî zêde ew cidî digirtin û got, "Di demekê de ku pêwîstiya xelkê Minbicê bi parastinê hebû, Ebû Leyla li refên herî pêş ev wezîfe wergirt û bi rengekî serketî bi cih anî. Eger xelkê Minbicê nehatibe qetilkirin ev yek bi saya Ebû Leyla ye. DAÎŞ'ê wê demê Reqa, Tebqa, Til Eran û Girê Spî bi dest xistibû û komkujî kiribû. Yekane cihê ku Kurd lê nehatin qetilkirin Minbic bû. Dema ku DAÎŞ kete Minbicê koma yekane ya ku li ber rabû û şer kir koma Ebû Leyla bû. Ebû Leyla serê sibehê saet di 04:00 de bi rêya cîhaza ragihandinê got, 'Ez diçim li dijî DAÎŞ'ê şer bikim. Kî dixwaze bi min re were bila were'. Ebû Leyla Çileya 2014'an êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Minbicê têk bir. 250 DAÎŞ'î dîl girtibû. Ji xwe dema ku DAÎŞ'ê careke din êrişî Minbicê kir, hemû komên çekdar ên OSO reviyan û Minbic kete destê DAÎŞ'ê."

DI ŞERÊ KOBANÊ DE JÎ BI ROLA XWE RABÛ

Derwêş anî ziman ku dema DAÎŞ'ê Minbic dagir kir û komên OSO reviyan Tirkiyeyê, Ebû Leyla û şervanên wî man, ji xwe şerê gundê Karakozan û heta sînorê Kobanê ji aliyê Ebû Leyla ve hate birêvebirin û got, "Dema ku şerê Kobanê destpê kir jî cihê xwe di nav de girt. Beriya wê li Helebê û li gelek deverên din li dijî DAÎŞ'ê şer kiribû, lewma xwedî tecrûbe bû. Hêz û îradeya Ebû Leyla bandor li her kesî dikir, her kes dixist nava liv û tevgerê. Li eniya ku ew lê bû şer cuda bû. Gelekî bi dîsîplîn bû. Rêbazeke xwe ya cuda ya moralê hebû. Li cihê ew lê bû di şer de windakirin bi hêsanî tune bû. Di şerê Kobanê de jî bi rola xwe rabû. 29'ê Mijdarê li Deriyê Murşîtpinarê birîndar bû. Dema ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin jî rojane bi telefonê digeriya. Li rewşa şer dipirsiya. Ji xwe dema ku baş bû vegeriya. Tevî ku birîna wî giran bû astengî nas nedikir. 14 caran birîndar bûbû.

DEMA KU ŞERVAN DORPÊÇKIRÎ BÛ, EW NESEKINÎ

Bi Ebû Leyla re hezkirineke mezin a gel û welêt hebû. Wî bawer dikir ku rojekê li Minbicê vegerin. Ev hêviya xwe ti carî winda nekir. Li Kobanê dema ku çend kolan man, Ebû Leyla li wan kolanan digot 'Em ê li van kolanan serketinê bînin'. Baweriya xwe ya bi serketinê ti carî winda nekir. Cihê xwe di qonaxa amadekariyê ya pêngava Minbicê de girt. Me soz ji wî wergirtibû. Wê ti carî li refên pêş nebûya. Tenê wê koordîne bikira, lê belê dema ku komeke şervanan hate dorpêçkirin ew nikarîbû li cihê xwe bisekiniya. Yekser çû destwerdanê. Piştî ku kom ji dorpêçê derket, di vegerê de bi êrişa hawanê şehîd bû. Roja 5'emîn a pêngavê bû.

ŞERVANÊN WÎ JÎ NESEKINÎN

Şehadeta wî bandoreke mezin li şervanan kir. Armanca wî qedandina DAÎŞ'ê bû. Piştî Minbicê şervanên wî li Reqa, Tebqa, Dêra Zor û Baxozê heta derba dawî li DAÎŞ'ê bixin şer kirin. Faysal Ebû Leyla di Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de bi roleke mezin rabû. Îro jî weke şervanên Şemsê Şemal heta ku azadî li vê xakê mayinde bibe û xaka xwe bi temamî ji dagirkeran rizgar bikin em ê şer bikin."