Şenyaşar: Me tenê nehêlin

Emîne Şenyaşar li Konferansa Demokrasiyê axivî û got, ''Hingî wiha hov in. Erdogan, Halil İbrahim Yildiz dike wekîl. Hemû malbata min kuştin. Me tenê nehêlin.''

Malbata Şenyaşar li Konferansa Demokrasiyê ya li Navenda Nîşandan û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a Stenbolê axivî. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît jî tevlî konferansê bûn û axaftinek kirin.

Emîne Şenyaşar diyar kir hevserê wê û zarokên wê bi rengekî hovane hatine qetilkirin.

Şenyaşar got dema têkoşîna adaletê gelek caran ew hatine destgîrkirin , zilma li ser wan didome û got, ''Me çi kiribû?..Hingî wiha hov in.Erdogan, Halil Ibrahîm Yildiz kire wekîl. Hûn dizanin ku ew faîzxur, diz û komkuj e? Malbata min tine kirin. Hêza min nîne ku li ber xwe bidim. Nikarim li mal rawestim. Sibehê ji mal dertêm diçim ber edliyê û êvarî vedigerim. Tenê dadmendiyê dixwazim. Bila kurê min ê girtî berdin. Tenê dadmendiyê dixwazim. Di vê têkoşînê em tenê têne hiştin. Em dixwazin ku her kes destekê bide têkoşîna me.''

Piştî gotinên Şenyaşar ji hêwana konferansê dengê ''Ji Malbata Şenyaşar re dadmendî'' bilind bû.

Piştî Emîne Şenyaşar kurê wê Ferît jî axivî, got li gel ku 3 sal di ser komkujiyê re çûne jî li ser dosyayê 'biryara veşartinê'' heye. Şenyaşar diyar kir lêpirsîneke kêrhatî nehatiye kirin û ji ber vê têkoşînê dadê didin, ji bo ku dadmendiyê dixwazin gelek caran hatine destgîrkirin.

Ferît Şenyaşar her wiha diyar kir heta ku dadmendî bi cih were ew ê têkoşîna xwe bidomînin û xwest ku her kes destekê bide wan.