Şenyaşar: Em ji bo her kesî dadê dixwazin

Malbata Şenyaşar got ew ne tenê ji bo xwe lê çi kesê ku neheqî li wan bûye, ji bo wan jî dadê dixwazin.

Çalakiya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ku zêrevan û xizmên wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz ji malbata wan sê kes kuştibûn ev 184 roj in çalakiya nobeta dadmendiyê ya li ber avahiya edliyaya Rihayê didomînin.

Ferît Şenyaşar di roja 184'an a nobetê de axivî û got, ''Ne tenê em kuştin, çi kesê xwedî ûcdan, ew jî kuştin. Li ber edliyê em ne tenê ji bo xwe dadmendiyê dixwazin. Çi kesê ku neheqî li wan hatiye kirin, em ji wan jî dadmendiyê dixwazin.''

Şenyaşar bi berdewamî got partiyên siyasî behsa mafê mirovan dikin, heke jidil bin bila serokên wan rojekê werin bi wan re rûnin.

Yadê Emîne jî got, ''Em ê îro careke dî biçin ku dozgerê dozê bibînin. Em ê hewl bidin ku derheqê dozê me agahdar bike. Em ê bibînin bê ka 'deriyê edliyê yê dadê ye yan na''.