Şêniyên Samandagê pêşiya kamyonên kavilan girtin

Şêniyên Samandagê nehiştin ku kavilên erdejê li nêzî konan were rokirin û pêşiya kamyonan girtin.

Li navçeya Samandagê ya Hatayê kavilên avahiyên di erdhejê de hilweşiyane dibin li qadên jîngehê vala dikin. Welatiyên li taxa Yeşîlkoyê ya Samandagê di konan de dimînin li dijî valakirina kavilên li ber konên wan, pêşiya kamyonan girtin. Mexdûrên erdhejê ku rê li kamyonan girtin, destûr nedan ku kamyon biçin û bên. 

Derûnnas Mehmet Can di çalakiya rê girtinê de axivî û diyar kir ewilî erdhej niha jî ev toz û morana kavilan wan dikuje. 

Welatiyek qîr kir û got: “Ji ber van kavilan sibêro wê penceşêr li tevahiya Samandagê çêbibe. Çima hûn vê zilmê li me dikin.” 

Welatî mil dan milê hev û rê girtin. Piştre Midûra Polîsan a Navçeya Samandagê Asûman Karacik hat cihê bûyerê û daxwaz kir ku rê neyê girtin.

Jinek extiyar ji midûra polîsan re got: “Divê ku emniyet ji me fêm bike. Piçekî li me bifikirin. Her der bûye mij û moran. Em ji koronayê nemirin, em ê ji mîkrobiyê bimirin. Em ji erdhejê nemirin, em ê ji mîkrobê bimirin. Van deran qirêjî nekin, bes e.” 

Şofêrekî kamyonê ajot ser çalakvanan. Çalakvanan bi awayek tund nerazîbûn nîşan da. Li ser çalakiya gel kamyon neçar man ji taxê vekişin. 

Piştî çalakî bi dawî bû, dîsa kamyonan kavil valakirin heman deverê.