Şêniyên Qendîlê bang li gelê Kurd kir ku axa xwe biparêze

Şêniyên Qendîlê destnîşan kirin ku hêza gelê Kurd ji her demê bêhtir e û gotin, "Dagirkeriya dewleta Tirk wê ti carî bi ser nekeve."

Nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê jî didome.

Ji şêniyên Qendîlê welatiyê bi navê Siwar diyar kir ku ev hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk tiştekî nû nîne û got, "Dewleta Tirk heta niha her carê xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê gelê Kurd timî bersiva pêwîst daye."

Siwar işaret bi girîngiya yekîtiya Kurdan kir û got, "Yekîtiya Kurdan yekane rêya çareseriyê ye. Eger îro dewleta Tirk hewl dide axa me dagir bike, ev yek ji ber nebûna yekîtiya Kurdan e. Cîhan tev zane ku PDK xwe nade ber yekîtiyê, lê belê alîkarî û piştgiriyê dide dewleta Tirk." Siwar di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku axa xwe biparêze.

Welatiyekî din ê bi navê Ebdilan Kurdistanî jî bal kişand ser hêza gelê Kurd û got, "Gelê Kurd xwedî hêzeke mezin e. Ji ber ku îdeolojiya gelê Kurd xurt e. Ev îdeolojî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe, wê gelê Kurd bi ser bikeve."