Şengaliyan li dijî xefikên nû hişyarî dan

Hevseroka Meclîsa gundê Dugorê yê Şengalê Edolê Şemo bal kişand ser lîstik û hewldanên neyînî yên li ser Şengalê tên plankirin û destnîşan kir ku wê rê nedin ku aramiya Şengalê bê xerakirin.

Hevseroka Meclîsa gundê Dugorê Edolê diyar kir ku bi destê hevkarên dewleta Tirk dek û dolab li ser Şengalê tên gerandin û têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Edolê Şemo bal kişand ser gotin û daxuyaniyên hin kesên ser bi PDK'ê yên têkildarî hewldanên vegerandina pêşmergeyanji bo Şengalê û destnîşan kir, ku tenê bi jinan jî mabe wê nehêlin ku pêşmergeyên ew di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin û çûn vegerin.

Edolê Şemo got, "Em weke dayîk û jin wê ti caran ji bîra me neçin bi destê xayînan ew qas keç, law û zarokên me ketin destê kujerên jinan çeten DAIŞ’ê, heta em sax bi em ê ji bîr nakin."

Şemo di berdewamiya axaftina xwe de got, Şengal firotin, ewqas komkujî li ser civaka me kirin û wê bi çi rûyî bên Şengalê û wiha pê de çû: "Hîn çend hezar keçên me di destên xayînan û kujerên jinan çetên DAIŞ'ê de ne." Edolê Şemo destnîşan kir ku yên ku Şengal parastin fikrê Rêber Apo ye."

Şemo êrişa hêzên çekdar ên PDK'ê yên li Xanesorê bi bîr xist û got, "Civaka Êzidî bi keç û lawên xwe re wê li dijî hemû êrişên li vîna wê/î ye dê parastina xwe bike. Wê rê nede careke din hêzên ji Şengalê reviyan careke bin bên Şengalê."

Gundiyê xelkê Dugorê Salih Reşo jî got, careke din hatina pêşmergan ji aliye xelkê Şengalê ve wê neyê qebûlkirin, sê caran hêzên pêşmergeyan revîn, wê cara çaran jî birevin û axaftina xwe wiha domand: "Dema ku pêşmerge li Şengalê bûn, berî kareseta fermanê me bi hev re nobetdarî digirt, ji me re digotin: 'binivin'. Carekê me dît em di nava fermaneke mezin de ne û keç û lawên me ji her alî ve tên kuştin û tên revandin, di sûkên Bexdayê û Musilê de jî tên firotin. Ma ev bêbextî ji destê kê çêbû. Qaşo pêşmergên Partiya Demokrat parastina Şengalê dikirin. Ger ku pêşmergeyan rast Şengal biparasta rast wê hovîtiya mezin a li ser Şengalê pêk nehata."

Reşo diyar kir ku xeterî mezin e divê civaka me hişyar be li dijî hemû planên tarî, di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: "Şengal axeke kevnar e. Şengalî li hemberî çi destwêraneke dewleta Tirk û hevkarên wê li ser axa wan wê stûyê xwe xwar neke.”