Şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Hewayî

HPG'ê diyar kir ku Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed şehîda xwe ya destpêkê da û destnîşan kir, "Şeva 12'ê Tîrmehê li Girê Şehîd Berîvan ê Heftanînê bi amûreke hewayî ya bombeyî çalakiyeke serketî pêk anî. Di dema vê çalakiyê de şehîd bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"12'ê Tîrmehê li Heftanînê di çalakiya bi amûra hewayî li dijî artêşa TC a dagirker hate kirin de hevrêya me Doga Zîlan şehîd bû. Hevrêya me Doga şehîda destpêkê ya Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed e. Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Doga Zîlan wiha ye:

Nasnav: Doga Zîlan

Nav paşnav: Hediye Çerçî

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Perîhan-Eşref

Dem û cihê şehadetê: 12'ê Tîrmeha 2020'an / Heftanîn

Hevrêya me Doga ku ji cewhera dîroka leheng û berxwedêr a xaka serhildêr a Serhedê tê, sala 1994'an li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Hevrê Doga li nava malbateke welatparêz mezin bû, hiş û mejiyê xwe bi hêrsa ji Geliyê Zîlan û Agirî dagirt û xwedî li mîrateya gel derket. Di encama polîtîkayên qirêj ên dewleta faşîst a T.C. de ku li Kurdistanê dimeşîne, malbata wê neçar ma koçî metropolan bike. Li dibistanên sîstemê nexwend û bi kedkarî û dilsoziya bi xaka xwe mezin bû. Li dijî polîtîkayên dijmin ên li metropolan ku hewl dide ciwanên Kurd asîmîle bike û ji rastiya wan dûr bixîne, hevrê Doga berê xwe da çiyayên azad û hêrsa xwe nîşan da. Sala 2015'an di pêvajoya berxwedana Kobanê de bersiv da banga seferberiyê ya Rêber Apo û hîn ji destpêkê ve dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re nîşan da.

Ji roja ku tevlî bû heta gihîşt asta şehadetê berê wê timî li Rêbertî û bicihanîna armancên hevrêyên xwe yên şehîd bû. Li ser vê bingehê ti tişt li pêşiya xwe nekir asteng û ji her alî ve xwe bi pêş ve bir, bi sekna xwe û tevlîbûna xwe bû mînaka dilsoziya fedayî. Hevrê Doga ku bi agirê tolhildanê yê çavê xwe dijmin dişewitand û dilê her hevrêyên xwe bi vî agirî germ dikir, bi sekna xwe ya li nava jiyanê serketina xwe ya di çalakiyê de ji berê ve diyar kir. Bi şiyara "Zîlan fermandara me ye û em jî yên fermana wê bi cih tînin" a Rêber Apo, hevrê Doga Zîlan li ser xeta hevrê Zîlan berê xwe da serketinê û li dijî teknîka serdemê, bû xwedî sekna gerîlaya modernîteya demokratîk. Di pîvanên jiyana azad û jin a azad ên PKK'ê de bi sekna xwe ya zelal bû milîtana bi ruhê fedayî.

Hevrê Doga keda ku rêxistinê da, ji bo li dijî dijmin pêk bîne her tim bi îdîa û biryar bû. Herî dawî li dijî dagirkeriya dijmin a li xaka Kurdistanê bêbersiv nema û taktîk û stratejiya pêvajoyê di kesayetiya wê de şênber bû. Li ser vê bingehê şeva 12'ê Tîrmehê li Girê Şehîd Berîvan ê Heftanînê, bi amûreke hewayî ya bombeyî çalakiyeke serketî pêk anî. Di dema vê çalakiyê de şehîd bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Doga em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û weke şopdarên hevrê Doga em ê bi biryardarî û îdîaya wê, bi ruhê wê yê tolhildanê û serketinê, têkoşînê mezin bikin û weke bi hezaran Doga û Zîlanên di dilê dijmin de teqiyan em ê her hebin."