Şehîd Piling heta dawiya temenê xwe ji bo doza xwe têkoşiya

Gerîlaya YJA Starê Nalîn Piling bavê xwe yê şehîd di salvegera 24'an de bi bîr anî û got, "Şehîd Piling Tûnç heta dawiya temenê xwe ji bo doza xwe têkoşiya. Xwezî tevî bavê xwe karîbûma di heman demê de têbikoşiyam."

Şehîd Piling di sala 1995'an de di dema şerê Birakujiyê de di şerê PDK û YNK'ê de ji bo gelê xwe rizgar bike kete ser rê lê di kemînê de şehîd bû. Keça wî da ser şopa bavê xwe û tevlî nava refên gerîla bû. Gerîlaya YJA Starê Nalîn Piling ku doza bavê xwe didomîne, der barê salvegera 24'an a şehadeta bavê xwe de axivî. Piling dema qala bavê xwe dike pê serbilind dibe û di heman demê de xemgîn dibe ji ber ku nekarî di heman demê de li gel bavê xwe têbikoşe.

Nalîn Piling di şexsê Şehîd Piling de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Dema ku bavê min şehîd bû ez biçûk bûm. Li gel bav û keç min dixwest ku em bibûna hevrêyên vê dozê. Ji gotinên dayik, ap û derdora xwe min Şehîd Piling nas kir. Min gelekî meraq dikir ku bavê min yekî çawa ye. Her kesî qala hevrêtî û wêrekiya wî dikir. Min ji hevalên li gel wî man dipirsî ku hevalekî çawa bû? Bi vê wesîleyê kêm jî be dixwazim ji we re qala Şehîd Piling bikim.

Şehîd Piling kesayetekî gelekî wêrek, dilnizm, bi sebir bû. PKK'ê timî bandor lê dikir. Dİ demên ERNK û ARGK'ê de milîstî ji hevalan re dikir. Ji hevalê Egîd (Mahsûn Korkmaz) re milîstî kir.

Bavê min piştre zewicî lê belê zewaca wî ew ji rêxistinê qut nekir, berevajî hîn bêhtir bi rêxistinê ve girê da. Dayika min jî mîna hevrêyekê bû jê re. Bi dayika min re karê partiyê kirin. Di vê mijarê de dayika min gelekî alîkarî bi bavê min re kir."

LI ZINDANA AMEDÊ ÊŞKENCEYEKE GIRAN LÊ HATE KIRIN

Nalîn Piling diyar kir ku Şehîd Piling li gundê Mijine yê Qilabanê ji dayik bû û got, "Di temenê biçûk de li dijî dijmin bi hêrs bû. Bi gotina dayika min; wê demê kesî nikarîbû dengê xwe li leşkerên dijmin bike, lê bavê min li pêş her kesî li dijî dijmin derdiket. Ji ber vê yekê dagirkerên Tirk ew 19 caran girtin. Êşkenceyên herî giran lê kirin û herî dawî kete zindana amedê. Bi gotina dayika min û yên li derdorê li wê deverê êşkenceyên li derveyî mirovahiyê lê kirin. Tevî vê yekê jî bavê min dest ji doza xwe berneda.

Bavê min piştre derkete serê çiyê û car carna dihate malê. Zivistanekê dema li malê bû dijmin avêt ser malê. Berf gelekî zêde bû. Xanî bi du deriyan bû, dema dijmin kete hundir ew jî deriyê din reviya. Leşkerên ku dan dû wî gotin, 'gaveke wî mîna 6 gavên min bû, bi rastî jî mîna Piling bû', nekarîn wî bigirin. Dijmin bi xwe jî pejirand ku Piling lehengekî çawa bû. Hevalên pê re timî qalê dikir ku di şer de çawa li refên pêş bû, bêtirs û leheng bû.

Li herêma Qilabanê yekî dihate naskirin bû. Dijmin bi her rengî lê digeriya. Di dema ERNK, ARGK'ê de milîsek bû ku tevlî bû bû, lewma jiyana wî timî li çiyê bû. Wê demê li herêma Botanê PKK zêde nehatibû bihîstin, bi wesîleya malbata me hate bihîstin û bavê min pêşengî jê re kiribû. Bavê min û apê min bi hev re tevlî kar bûn. Ji malbata apê min çar zarokên wî jî tevlî rêxistinbû bûn. Ew bi xwe jî niha xazî ye. Piraniya malbatê di nava partiyê de ye."

BAVÊ MIN TIMÎ ÇIYA HILBIJART

Gerîla Nalîn Piling got, "Bavê min heta şehadetê timî têkoşiya" û diyar kir, "Şehîd Piling dema ku jiyana xwe ji dest da li kampa Etrûşê bû. Wê demê kampa Etrûşê sê mehan ambargo li ser hebû. PDK'ê bandoreke gelekî neyînî li gel kiribû. Ketin û derketina kampê qedexe bû. Bavê min wê demê jî çiya hilbijart, li kampê nedima. Ji dayika min dipirsîn 'Piling çima di demeke welê zehmet de ne bi we re ye, li çiyê ye?' Dayika min digot, 'Girêdana Piling a bi çiyê, têkoşînê û hevrêyan ji ya malbatê mezintir e'. Wê demê kurekî dayika min çêbû, navê Întikam lê kirin. Sedema vê yekê jî hêrsa li dijî zexta li gelê Kurd tê kirin. Bavê min nekarî qet wî bibîne.

Şehadeta bavê min di 13'ê Îlona 1995'an de pêk hat. Bİ destê dewleta Tirk di şerê birakujiyê yê PDK û YNK'ê de bavê min şehîd bû. Li Çiyayê Spî yê Heftanînê di şer de bavê min şehîd ket û cenazeyê wî nehate dîtin. Apê min jî li gel wî bû, ew jî ji destê xwe birîndar bû. Yên ku ew rizgar kirin pismamên min bûn. Wê demê li kampa Etrûşê ambargo û zexta PDK'ê hebû. Jİ bo têkbirina ambargoyê meşa xwendekaran pêk hat. Jİ ber ku wê demê gelek extiyar û zarok ji ber birçîbûnê şehîd bûn. Di navbera xwendekarên meşiyan û PDK'ê de şer derket. Xwendekarek bi navê Jiyan şehîd bû.

Bûyerên li kampê gihîşt heta hevalan. Koma bavê min ji bo bigihêje kampê bi rê ket. Di rê de kete kemîna dijmin û şehîd bû. Armanca wan a ji hatina kampê rizgarkirina xwendekaran bû. Dayika min got, gotina dawî ya bavê min ku beriya biçe çiyê wiha bû, 'baş li zarokên me miqate bin, nêrîn û îdeolojiya Rêbertî bi wan bide hînkirin'. Dayika min daxwaza wî ya daw^ıkir. Em hemû bi zimanê me yê dayikê li kampa Mexmûrê da xwendin. Piştî demekê ez jî tevlî refên têkoşînê bûm û min biryar wergirt û bidim ser şopa bavê xwe. Armanca min ew e ku xwedî li bîranîna hevalên şehîd derkevim, bidim ser şopa wan. Min dixwest bi Şehîd Piling re di heman demê de li refên têkoşînê bûya, lê belê li şûna wî niha hevrêyên wî ji xwe re dikim mînak. Meşaleya PKK'ê di destê hevrêyan de digere. Li hizûra bavê xwe soz didim şehîdan hemûyan ku ez ê vê meşaleyê her bilind bikim. Ji ber ku di nava vê dozê de keça şehîdekî me serbilind im."