'Şehîd Nûda mîna biharê jiyan dixemiland'

Şervanê YPG'ê Aso Mêrîvan di salvegera 5'an a şehadeta Nûda Gulbihar de ew bi bîr anî û got, "Heval Nûda bi hevaltiya xwe weke rengê biharê jiyana me dixemiland."

Şervanê YPG’ê Aso Mêrîvan di salvegeriya şehadeta 5’an de rêhevala xwe Ş. Nûda Gulbihar bi bîr anî û got” Heval Nûda bi renginîya hevaltiya xwe weke rengê biharê, jiyana me dixemiland. Di serî de ji bo bîranîna Şehîd Nûda, hemû şehîdên li Qereçoxê bi bîr tînim, her wiha di kesayatiya wan şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim, carek din soza ku me daye wan, em ê bi cih binîn û doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”

'WEKE GULÊN BIHARÊ DI NAV HEVALÊN XWE DE RENG DIDA'

Şervanê YPG’ê Aso Mêrîvan wiha qala naskirina xwe û şervana YPJ’ê Nûda Gulbihar kir: “Min cara yekem di sala 2016’an de Heval Nûda naskir. Ez bi xwe, xwe pir bi şans dibînim, ji ber ku hevalek weke heval Nûda min nas kir. Ez çiqasî qala şehîd Nûda bikim jî, lê ez dizanim ew ê kêm bibîne. Bi rastî jî, heqîqeta şehîdan em çiqas bînin ser ziman jî, lê rastî ji dil de tê jiyîn. Pênasekirina hevaltiya Şehîd Nûda bi serê xwe kelecanek bi min re dide avakirin. Ji ber di kêliyên jiyanê watedar dikir, heval Nûda wek navê xwe bû. Rastî jî her kêliyên jiyanê nû dida avakirin. Ji ber ku heval Nûda hem di kesayetiya xwe de û hem jî hevalên li derdorê xwe de nûjenî dida çêkirin. Çawa di dembasala biharê de nûbûyîna xweza çêdibe û çawa bi hatina biharê di dilê mirovan de kelecan çêdibe, Heval Nûda jî, weke guleke di nava vê xwezayî de diteyisî. Hezkirina heval Nûda li hember jiyanê pir mezin bû, ji ber ku ji jiyanê hez dikir, ew hezkirina xwe bi hevalan xwe re bi şervanên xwe re jî belav dikir.  Ew jî dibû sedema ku kelecanek pir mezin hem li hember jiyanê û hem li hember doza xwe de girêdanekê çêbike. Ji ber wê jî bi xwe re têkoşîn dida domandin Rêber Apo ji dibêje “Hezkirin kedê dixwaze’ heqîqet jî ev e. Heval Nûda ji xwedî vê kedê bû, ji jiyanê hez dikir, ked dida jiyanê, ji hevalan hez dikir li hemberî hevalên xwe ked dida. Ev taybetmendiya heval Nûda dihişt ku derdor jî bi jiyanê re hezkirina xwe bi jiyanê re mezin bike. Bi rastî jî, ger hezkirin bi cewherî be ev hêz dide jiyan û têkoşînê. Ev jî di heval Nûda de pir li pêş bû.”

'DI ASTA HERÎ BILIND DE MORAL Û KELECANA ŞOREŞÊ HÎS DIKIR'

Şervanê YPG’ê Aso Mêrîvan diyar kir tenê yên ku ji jiyanê hez bike, dikare pêşeroj û paşerojê bibîne û wiha pêde çû:  “Heval Nûda jî, hevaleke bi vî rengî bû. Ji bo vê jî, di kêliya xwe de dibû bersiv, cihê ku heval Nûda heyî, weke demsala biharê çawa bi hatina xwe re kelecanek mezin tîne û nûbûyîn tîne. Heval Nûda jî, li ew cihan de bi xwe re kelecana têkoşîn û dozê ve girêdanekê hîn bêhtir xurt dida avakirin. Heval Nûda weke biharê, jiyan dida xemilandin. Civata ku heval Nûda diketê, çi êş an ji zehmetî hebûya li bi hatina heval Nûda re ew êş û zehmetiyan kelecana serkeftinê dixist wê civatê. Ji ber ku heval Nûda bi koka xwe re, di cewher de girêdayîbû û ji ber wê zanabûna wê ya jiyanê pir kûr bû. Ji ber wê ji jiyanê hez dikir, ked dida û pêş dixist. Ji ber vê jî, hevalên ku gel heval Nûda û parvekirina wê ya jiyanê hêz digirt û ev jî dibû sedem ku têkoşîna ji bo jiyanê mezin bibe. Moral û kelecana şoreşê di asta herî bilind e hîs dikir.Ew jî, ji bo me dibû mînak.” 

Şervanê YPG’ê bi bîr xist ku mirov di zarokatî ya xwe de çawa be dema mezin jî dibe bi vî rengî ye û wiha qala bîranînê rêhevala xwe Nûda kir: “Li gor naskirina min heval Nûda dema zarok kbûye dîsa di jiyanê de, di nava malbat de jî, bi hêz bûye, bi çand hatiye mezin kirin. Çawa ku di zarokatî de zîrek bûye, dema me jî nas kir, bi vî rengî bû. Heman demê ji di nava narîniya jiyanê de pir kûr bû. Ew taybetmendî ji hemû şoreşgeran re girîng e. Ji ber wê jî heval Nûda di temenê xwe yê biçûk de bibû fermandar. Mirov dikare bêje ku fermandareke mezin bû. Bi şervanên xwe dida fêmkirin, ger mirov bixwaze bibe şoreşger pêwîst e destpêkê ji jiyanê hez bike û têkoşîna xwe, jiyanê xweşik bike. Hevaltiya heval Nûda bi qasî fermandar bû, ewqasî jî bi heybet bû. Hem hevaltiya xwe pir bi xurt dida jiyîn û hem jî fermandartiya xwe jî, bi vî rengî dida kirin. Ji bo vê hemû heval, ji şehîd Nûda pir hez dikirin û hevaltiya xwe bi heval Nûda re mezin dikirin.” 

'BI DERMANÊ XWEZAYÎ BIRÎNA DI DESTÊ MIN DE PAK KIR'

Şervanê YPG’ê Aso Mêrîvan qala bîranîneke xwe ya bi Nûda re kir û got, “Di destê min de birînek çêbûbû, heval Nûda çawa dît xwest wê birînê pak bike. Çi derman be, an jî bi giya be xwest derman peyda bike, heta ew birîn sax nebûya heval Nûda jî dev jê bernedida. Li hemberî hevalan pir bi hişyar bû. Heval Nûda di êşa hevalên xwe de jî, xwe didît û an jî ew êş hîs dikir. Bi peydakirina dermanê xwezayî ve birîna destê min pak kir. Heta niha jî, nikarim wê bîranîna xwe bi heval Nûda re ji bîr bikim. Ez dikarim bêjim ku heval Nûda di jiyanê xwe de, bi taybetmendiya xwe ya temsilî Xwedawendek bû. Şopdara Nûdayan bû. Di helwestê xwe de zelal bû. Di baweriya xwe de pir xurt bû. Ji ber vê jî, têkoşîna xwe bi awayek zelal dida jiyîn.”

'ŞEHÎDÊN ME FERMANDAR Û RONAHIYA RÊYA ME NE'

Şervanê YPG’ê Aso Mêrîvan diyar kir ku ew deyndarê hevalên xwe yên şehîd in û got “Hezkirin û dayîna kedê fêrî me kir. Weke dawî jî, çawa Rêberê me dibêje: ‘Şehîdên me fermandarên me û ronahiya rêya me ne’. Careke din bi vê boneyê, di kesayetiya heval Nûda Gulbihar de û bi wesîleya bîranên wê, di şexsê Heval Nûda de şehîdên Qereçoxê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim û careke din soza xwe ya têkoşînê û serkeftinê dubare dikim. Em ê doza hemû şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û misoger bikin. Li ser van bingehan hemû şehîdên me yên têkoşînê bi bîr tînim.”