Şehîd li Montpellîer, Hambûrg û Pforzheîmê hatin bîranîn

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarên Hambûrg û Pforzheîm ên Elmanyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

7 gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn li bajarê Monptellîerê hatin bîranîn. Selman Bakî yê li Dersimê şehîd bû li bajarê Hambûrgê, şervanê YBŞ'ê Mendanlioglû yê li Şengalê şehîd bû li bajarê Pforzheîm ên Elmanyayê hatin bîranîn.

MONTPELLÎER

Ji bo gerîlayên HPG'ê yên li Bedlîsê di şer de şehîd bûn, li bajarê Montpellîer ê Fransayê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, biraziya Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Xerzanê Sefer Acar (Welat Acar) Nesîbe Acar axivî.

Acar hemû gerîlayên li Xerzanê şehîd bû bi bîr anî û got, "Apê min Sefer Acar di nava malbata me de mirovekî mînak bû. Zextên dijmin qebûl nekir û tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi salan ji bo gelê Kurd têkoşiya. Weke ferdên malbatê em soz didin wî ku em ê li ser şopa wî bin. Em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bilind bikin." Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

HAMBÛRG

Gerîlayê HPG'ê Selman Bakî (Rûbar Çewlik) ê li bejahiya Dersimê roja 26'ê Adarê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bû, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê hate bîranîn. Apê Bakîr Neman Bakî û gelek Kurdistanî tevlî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hambûrgê bûn.

Neman Bakî diyar kir ku biraziyê wî tevlî karwanê şehîdan ê têkoşîna mafdar a gelê xwe bûye û bi şehadeta xwe re baregekî giran daye ser milê wan. Bi navê NCDK-Hambûrgê Îmam Comert axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmeta xwe bi hezaran ewladên xwe şehîd daye. Di merasîmê de li ser jiyan û têkoşîna Bakî sînevîzyonek hate nîşandan.

PFORZHEÎM

Şervanên YBŞ'ê Mehmet Mendanlioglû (Amed Kawyan) û Enver Xero (Bawer Şengal) ku 21'ê Tîrmeha 2017'an şehîd bûn, li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê malbata Mendanlioglû û Meclîsa Gel a Pforzheîmê ve hate organîzekirin û tevî Parlamenterê berê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz gelek Kurdistanî tevlî bûn. Nûnerên Meclîsa Gel a Pforzheîmê û Komîsyona Malbatên Şehîdan axivîn û gotin, "Em ê van lehengên ku ji bo zarokên me canê xwe feda kirine ti carî ji bîr nekin. Şehîdên li her çar parçeyên Kurdistanê şehîdên me ne."

Piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyana fermandarê YBŞ'ê Amed Kawyan, xwişka wî qala birayê xwe kir. Paşê parlamenterê berê yê HDP'yî Sariyildiz axivî û got, "Hevalê Amed yek ji bi hezaran lehengan e. Bi sedan salan e li her çar parçeyên Kurdistanê şehîd hatin dayin. Hevlaê Amed jî hevalekî me yê hêja ye ku ji bo parastina çar aliyên Kurdistanê şehîd bû. Daxwaza wan Kurdistana azad û serbixwe bû."