Şaxa ÎHD a Îzmîrê: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Îzmîrê daxwaza ‘Azadiya girtiyên nexweş’ kir.

Komîsyona Girtiyên Nexweş a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê ji bo balê bikişîn ser rewşa girtiyên nexweş, bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî" li pêşiy Sumerbankê dîsa ji ber şewba vîrûsa corona bi rêya onlinê ya medya dijîtal daxuyanî dan.

Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku girtî hem ji azadiya xwe bêpar tên hiştin û hem jî nayên dermankirin û wiha got: "Divê girtiyên nexweş ji mafên xwe yên tenduristiyê sudê bigirin. Lê mixabin girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin. Gelek girtiyên edlî ji ber Covid-19 hatin berdan. Lê mixabin girtiyên siyasî nehatin berdan. Rojnameger nehatin berdan. Ev nêzîkatiya dijminantiyê ye.

Çîçek bal kişand ser rewşa Sabrî Kaya û wiha bi dawî kir: "Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyê Sabrî Kaya di 21'ê Gulanê de hat berdan û di 22'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ji ber nexweşiya Kaya hem malpar û hem parazvanên mafên mirovan gelek caran xwest Kaya bê berdan. Lê mixabin darbesta wî derket.Ev berdan dewletê ji bin bar dernaxe. Em ji malbata Sabri Kaya re sersaxiyê dixwazin. Girtiyê nexweş Sinan Gul li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê girtî ye. 27 salin girtî ye. Ji ber îşkence lê hatiye kirin gelek nexweşî pêre çêbûne. Divê Gul û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em ji hemû girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin."