Şandeyek ji BES’ê serdana malbata Şenyaşar kir

Serokê Giştî yê BES’ê Bahadir Berdîcîoglû serdana malbata Şenyaşar a ku li Rihayê têkoşîna xwe didomîne kir û diyar kir baweriya bi edalet û darazê tu deman bi qasî vî demî qels nebûye.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 618’an de berdewam dike. Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Bahadir Berdîcîoglû û rêveberên sendîkayê hatin serdana Emîne û Ferît Şenyaşar. Her wiha Rêveberên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê jî piştgirî dan serdana BES’iyan.

Di serdanê de Berdîcîoglû axivî û got ku bêhiqûqtî û bêedaletiya tê kirin her roj li ser televîzyonan temaşe dikin û wiha got: “Baweriya bi edalet û darazê tu deman bi qasî vî demî qels nebûye. Dayika Emîne ji bo edaletê ev 618 roj in li vir nobetê digire. Em piştevaniya xwe ya bi wê re dîsa parve dikin. Em dixwazin edalet pêk bê û sûcdar bên cezakirin.”