Şakar: Krîz ji ber tecrîdê ye, çareserî jî berxwedana kolektîf e

Mahmût Şakar anî ziman ku modela li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan û ji wir jî li tevahiya Tirkiyeyê hatiye belavkirin û got, "Tecrîd, şer, nêzîkatiya li girtiyên nexweş, krîza aboriyê bi nêzîkatiyeke giştî, bi berxwedaneke kolektîf wê çareser bibin."

Parêzer Mahmût Şakar sîstema Îmraliyê ya ku sala 1999'an hate avakirin û polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Mahmût Şakar diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqa heyî bi cih nayê anîn û bi bîr xist ku Abdullah Ocalan hikumxwarê destpêkê ye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn. Mahmût Şakar got, ev 'ceza' veguherî sîstemekê ku li girtiyên din ên siyasî jî hate birîn û weke modelekê gav bi gav li Tirkiyeyê hate belavkirin.

Mahmût Şakar got, "Tirkiyeyê sîstema li Îmraliyê weke modelekê li tevahiya Tirkiyeyê belav kir. Dema ku mirov temsîliyet û wateya siyasî ya Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd li ber çavan bigire, hingî dibîne ku sîstema Îmraliyê ya li gelê Kurd rewa tê dîtin, hingî weke modelekê hatiye amadekirin. Ji aliyê hiqûqî ve aliyê girîng wiha ye: Ji roja destpêkê ya dîlgirtinê ve hin pêkanînên hiqûqî yên taybet ferzkirin, ku em vê yekê weke 'Qanûnên Ocalan' pênase dikin. Li dijî Abdullah Ocalan hin qanûnên taybet hatin amadekirin, yan jî di hin qanûnan de Abdullah Ocalan li derve hate hiştin. Bi nêzîkatiyeke wiha îdarî û pratîkî ku dûrî hiqûqê ye, rewşeke awarte hate meşandin. Ev rewşa awarte ya 22 salan di salên 2015-2016'an de li tevahiya Tirkiyeyê hate belavkirin. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî pêwendiya xwe bi Abdullah Ocalan re heye. Mîna ku wî jî vegot, piştî darizandina 'Şanoya Îmraliyê' birîna cezayê îdamê û pejirandina vî cezayî li Dadgeha Bilind, ev ceza gav bi gav veguherandina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê. Bi hin guhertinên destûra bingehîn re sîstema cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Tirkiyeyê hate bicihkirin. Bi vî rengî Abdullah Ocalan bû hikumxwarê destpêkê yê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Ev yek jî li Tirkiyeyê veguherî sîstemekê ku li ser girtiyên siyasî hate fezkirin. Ev sîstema ku li dijî wî hate danîn li sedan, li hezaran girtiyên siyasî ceza birî. Taybetmendiya bingehîn ê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ew e ku berdana bi şert di nav de nîne; heta mirinê girtî wê dîlgirtî bimînin."

KOMÎTEYA WEZÎRAN XWEST GUHERTINA QANÛNÎ BÊ KIRIN

Mahmût şakar anî ziman ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de binpêkirina 3 xalan e û destnîşan kir ku ev yek weke kiryarên xerab û êşkenceyê tê dîtin.

Mahmût Şakar bal kişand ser pêvajoya biryarê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser mijarê û got, "Dosyaya destpêkê ya ku DMME'yê sala 2014'an Tirkiye tê de mehkûm kir ev e. Piştre li ser sê dosyayên din DMME'yê heman biryar da. DMME nebûna hêviya berdanê (Mafê hêviyê) girtîhiştina mirovan weke êşkence û kiryarên xerab dibîne. Hikumetên pêwendîdar neçar dihêle ku di vê mijarê de guhertinan bike. Diyar dike ku piştî girtîmayina demekê divê cezayê mirovekî ji nû ve bê nirxandin, berdana bi şert berê bê diyarkirin û divê were zanîn ku ev şert wê kengî di ber çavan re bê derbaskirin. Ev ne tenê ji bo dosya Abdullah Ocalan û sê dosyayên din e, li qada navneteweyî ji bo welatên mîna Îngilistan û Macaristanê biryarên bi heman rengî hatin dayin."

REJÎMA TIRKIYEYÊ VEGUHERIYE REJÎMEKE ŞER

Parêzer Mahmût Şakar destnîşan kir ku sîstema Îmraliyê jid estpêkê ve weke sîstemeke tecrîdê hate avakirin, lê belê bi taybetî piştî sala 2014'an bi bidawîkirina pêvajoya danûstandinan re ev yek hate kûrkirin û got, "Rewşa awarte û tecrîdê ya li Îmraliyê li Kurdistanê hate belavkirin, salên 2015-2016'an bajarên Kurdistanê hatin tecrîdkirin û bi rengekî nehiqûqî bi mehan rewşa awarte dewam kir, li dijî gelê Kurd û mirovahiyê sûcên giran hate kirin. Konsepta polîtîk a hiqûqî ya ku ji Îmraliyê dest pê kir, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Modela li Tirkiyeyê hate bicihanîn niha li tevahiya girtîgehan hatiye belavkirin."

BI BERXWEDANEKE KOLEKTÎF JI HOLÊ DIKARE BÊ RAKIRIN

Mahmût Şakar diyar kir ku Rewşa Awarte ya ku sala 2016'an hate ragihandin li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye, Tirkiye veguheriye hikumeteke şer û got, "Rejîma Tirkiyeyê veguheriye rejîmeke şer. Ev mesele hemû ketine nava hev. Yanî pêvajoya ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re dest pê kir, bi hilweşandina bajarên Kurdistanê, bi komkujiyan û dagirkeriyê dewam kir. Vê rejîmê Tirkiye xistiye nava krîzê. Di binê vê krîzêde pirsgirêkên hiqûqî yên li Tirkiyeyê û nêzîkatiyên li vê yekê hene. Lewma çareserî jî bi rakirina tecrîdê, bi guhertina qanûnî ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, bi çareserkirina rewşa girtiyên nexweş ku di hefteyekê de 7 girtiyên siyasî hatin qetilkirin ji holê radibe. Krîza heyî ya li Tirkiyeyê, krîza destûra bingehîn bi vî rengî çareser dibe.

Rejîma AKP-MHP'ê ku krîzê hildiberîne, şer û tundiyê hildiberîne. Lewma DMME bi rabûna li ber mekanîzmayên DMME û Komîteya Wezîran dixwaze kiryarên heyî, sîstema heyî dewam bike. Ev yek jî bi têkoşîneke hevpar ji holê dikare bê rakirin."

Di dawiya axaftina xwe de Mahmût Şakar got, "Tecrîd, şer, rewşa girtiyên nexweş û krîza aboriyê bi nêzîkatiyeke komî, bi têkoşîneke hevpar, bi berxwedaneke kolektîf dikare çareser bibe. Naxwe wê ev yek zerareke mezin bide gelê Kurd û gelan hemûyan."