Şahîn: Ji bo lihevkirina civakî divê dawî li tecrîdê bê anîn

Serokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn bang li hikûmetê kir ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bîne û got: “Ger em keda aştiyê ya civakî ya Birêz Ocalan li ber çavan bigirin, di wê hizrê de me ku sûdgirtin ji wê, wê bikêr be.”

Zêdetirî 20 sal in bê navber polîtîkayeke ya tecrîdê ya girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê domandin. Her çendî hinek demî tecrîd hatibe sistkirin jî lê tim bi giranî dom kiriye. Çawa ku ev nêzî salekê ye ne malbat û ne jî parêzer kariye hevdîtinê li gel Ocalan bike, mafê ketina bêhndanê û dîsa hevdîtina bi girtiyên din re jî tê astengkirin.

Serokê Şaxa Komleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) a Amedê Mûharrem Şahîn têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Şahîn anî ziman ku mirov heyînekî civakî ye û bi diyaloga li gel yek dikarin tenduristiya fîzîkî û ruhî biparêze. Şahîn destnîşan kir ku dema mirov bê tecrîdkirin û îzolkekirin, bi xwezayî tenduristiya fîzîkî têk diçe. Şahîn bal kişand ku di vê mijarê de tecrîda li Îmraliyê bi şeklekî giran û salên dirêj domandiye û got: “Qutkirina têkilî û peyewendiyên Birêz Ocalan a li gel malbat, parêzer û cîhana derve re, astengkirina hevdîtinên bi sînor ên li gel girtiyên din ên li girtîgehê, di nava mercên qedexe de derketina bêhndanê, sergirtina cihê bêhndanê bi serê xwe asta tecrîdê dide nîşandan. Lê desthilat vê yekê tim tîne ziman ku tecrîd nîne, lê tişta ku em dibêjin û rayedar îdîa dikin ji hev nagirin. Tişta ku heta niha me tanî ziman CPT’ê piştrast kir. Wan jî diyar kirin ku tecrîd heye. Pirsgirêka li vir heyî mafekî heyî nayê bikaranîn e.

‘TECRÎD SÛCEKÎ MIROVAHIYÊ YE’

Şahîn bibîr xist ku divê her kes li gorî hiqûqê bi rê ve biçe, ev desthilat, wezîr û bîrokrat jî di nav de û wiha nirxand: “Hem di exlaq û hem jî di baweriyê de tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye, hatiye nîşandan. Adnan Menderes bi îdîayên cihê hate bidarvekirin. Denîz Gezmîş jî bi heman rengî. Birêz Ocalan yek ji kesên li girtîgehê ye û xwedî mafê hiqûqî ye. Leyla Guven ji ber tecrîdê li girtîgehê kete greva birçîbûnê. A bê kirin divê rêveberiya girtîgehê dawî li tecrîdê bîne. Ji ber ku ev pêk nehat dest bi greva birçîbûnê kir. Dîsa greva birçîbûnê veguherî rojiya mirinê. Ji bo hiqûq pêk bê mirovan bedena xwe dan ber mirinê, jiyana xwe ji dest dan. Weke civak xala ku em li ser bigihêji yek ev e. Ti eleqeya gotina ‘Niyeta wan cuda ye’ bi rastiyê re nîne. Tişta ji bo me girîng ev e. Mirov ji bo hiqûq pêk bên dimirin. Em naxwazin bimirin. Mirov dibêjin rê nedin mirina me. Hiqûqa heyî pêk nayê. Pirsgirêk li vir e.”

‘HEVDÎTIN BI BIRÊZ OCALAN RE PÊK BÊ, WÊ SÛDÊ WÎ JI BO AŞTIYÊ HEBE’

Serokê Şaxa Komleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) a Amedê Mûharrem Şahîn wiha doman: “Berî niha hesasyeta Birêz Ocalan a ji aloziyên civakî û bûyeran me hemûyan şahidiya vê kir. Niha di nava civakê de alozî heye. Dema ku hevdîtin pêk bê wê sûdên Birêz Ocalan hebin. Heman demê pêşniyarên ji bo çareseriyê ne tenê ji bo pirsa Kurd, em dibînin ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dikin. Niha ji bo rewaş Sûriyeyê nirxandinek mîna;‘Divê derbasî demokrasiyê bibe’ kiribû. Divê tecrîd bi dawî bibe, sûdên wî yên ji bo lihevkirina civakê li ber çavan bê girtin, di wê hizrê de me ku sûd ji vê bê girtin. Hiqûq rewşeke welê ye ku hê zêdetir li ber çav e, ev mijarekî ku ji nêz ve eleqedar dibin. Xisûsek heye ku pişt guh dikin. Hiqûq bi çareserkirina pirsgirêkekê re eleqedar nabe, ji ber ku bi encamên pirsgirêkê re eleqedar dibe û ne çareserî û nuqteya wê ya li ser kûr bibe ye. Pêkanîna wê, wê sûdekê bi xwe re bîne, lê ewilê wê demokrasî bibe. Berî her tiştî demokrastî şeklekî xwe îfadekirinê yê civakên cihê û baweriyan e. Eger demokrastî bibe, hemû bawerî û civak bikevin bin ewlehiya hiqûqê, wê hiqûq bikare encaman bigire. Demokrasî nebe, hiqûq nabe. Lihevkirina demokrasî û hiqûqê, wê bikare hemû pirsgirêkên civakê çareser bike.”