Şahidên komkujiya Qamişloyê qala hovîtiya dewleta Tirk kirin

Di ser komkujiya Qamişloyê re 38 sal derbas bûn ku dewleta Tirk 12'ê Kanûna 1980'î 16 kes li malekê kuşt. Şahidên komkujiyê gotin, dewleta Tirk ji bo karibe Kurdan bikuje her tim ji xwe re bahaneyekê dibîne.

Dewleta Tirk ku ji bo kuştina Kurdan her tim bahaneyekê ji xwe re dibîne, 12'ê Kanûna 1980'yî bi piştgirî û hevkariya îstîxbarata Sûriyeyê Mûhaberatê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîş bir ser malekê û rêveberên payebilind û endamên rêxistina KA'A û xwediyên mala lê bûn, kuştin. Ev êrîş, piştî raperîna Agiriyê ya sala 1930'î, yekemîn 'operasyona li derveyî sînor' bû ku dewleta Tirk li dijî Kurdan kir. Di komkujiyê de, yek jê pitika hînê di zikê dayika xwe de, 16 welatparêzên Kurd hatin kuştin.

Dewleta Tirk ku niha bi bahaneya "PKK, YPG û PYD'ê" êrîşê dibe ser Rojava û di mijara Kerkûkê de berî Iraqê sor bû û leşker li ser sînor bi cih kir, demên bihurî jî ji bo kuştina Kurdan ji xwe re bahane li hev dianî. Komek ji Daîreya Şerê Taybet a Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, şeva 12'ê Kanûna 1980'î, bi desteka Mûhaberatê û hin nokerên Kurd ên piştre ji JÎTEM'ê re jî xebitî, avêt ser maleke li gundê Cirnikê yê Qamişloyê. Leşkerên Tirk 6 kadroyên rêxistina KAWA û 9 kesên xwediyê malê kuştin.

Endamê Komîteya Navendî ya KAWA Huseyîn Arslan, Endamê Konseya Leşkerî ya KAWA Mehmet Emîn Mûtlû, Berpirsyara Komîteya Jinan a KAWA Necla Baksî (dema hat kuştin, bi 4 mehan ducanî bû), endamên KAWA Mehmet Dûrsûn, Muslum Yildiz û Hasan Ateş, tevî xwediyê malê Remezan Kabreş û zarokên xwe; Azad Remezan, Hanîfe Remezan, Şukru Remezan, Xweşnaw Remezan, Emîne Remezan, Abdulkerîm Remezan, Ferhat Kerîm û Kawa Kerîm hatin kuştin. Şahidên komkujiyê ji ANF'ê re qalê kirin.

Heybet Açikgoz ku ji komkujiya berî niha bi 38 salan bi saxî rizgar bû û şahidên komkujiyê Mihemed Hecî Seyîd, Zeynep Şero û Salih Gedo gotin, dewleta Tirk ji bo Kurdan bikuje her tim ji xwe re bahaneyekê dibînin. Şahidan diyar kirin, mejiyê rejîma cûnta ya wê wextê niha jî li ser dewleta Tirk serdest e.

HEYBET AÇIKGOZ QALÊ DIKE

Di dema komkujiyê de 14 fîşek û gelek parçeyên şarapnelê li bedena Heybet Açikgoz ket. Açikgoz ku bi saxî ji komkujiyê filitî, ji paytexta Swêd Stockholmê bi rêya medya civakî qala komkujiyê kir. Açikgoz ragihand, piştî darbeya 12'ê Îlonê ji bo karê rêxistinbûnê û xebatên li parçeyên din ên Kurdistanê çûn Qamişloyê û got, "Li Qamişloyê em li mala welatparêzê Kurd Remezan Kabreş diman. Wê şevê saet 20'an dengê teqînê hat û dor li me hate girtin. Çekek jî bi me re tine bû. Min lingê xwe da ber derî û pişta xwe spart dîwêr, ji bo derî venebe. Ji her alî ve gule direşandin. Nizanim bê çiqasî dewam kir, lê piştî 4-5 deqeyan agir bi xênî ket."

Açikgoz diyar kir, şêniyên gund ew ji malê derxistine, birine nexweşxaneyê û demeke dirêj bi rengekî kelepçekirî li Hesekê, Helebê û Şamê di zindanê de hatiye hiştin. Açikgoz anî ziman, rejîma Sûriyeyê xwestiye wê bi Îhvaniyên li Tirkiyeyê (Birayên Misilman) biguherîne, lê bi hewldanên kekê Necla Baksî Mahmûd Baksî, Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî û Partiya Komunîst a Iraqê xwe gihandiye Swêdê.

'JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN XWE DIVÊ EM ROJAVA MEZIN BIKIN'

Açikgoz, "Dewleta Tirk beriya niha bi 40 salî çi dianî serê Kurdan, niha jî heman tiştî dike, ti cudahî nîne" û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk doh bi nav û bahaneyeke cuda êrîş dibir ser Rojava, niha jî bi bahaneyeke cuda êrîşî Rojava dike. Wê wextê hêzeke mezin a Kurdan tine bû. Em xetere dîtin û hewl dan me tine bikin. Niha jî dixwazin Rojava tasfiye bikin. Ya ku dikeve ser milê me Kurdan ew e ku Rojava mezin bikin û piştgiriyê bidin wir. Ji bo bîranîna şehîdan divê em destekê bidin her şêwe karên li Rojava û Bakur. Divê em xwedî li wan derkevin. Bendewariya şehîdên me ev e."

HAYA SÛRIYEYÊ JÊ HEBÛ

Yek ji cîranên Remezan Kabreş û şahidê komkujiyê Mihemed Hecî Seyîd jî anî ziman ku êrîşkar di şevekê de ku baran dibariya ji sînor derbas bûn û yekser berê xwe dan wê malê. Seyîd got, "Eşkere bû ku agahiyeke pê bawer bi dest xistibûn. Teqez noker jî di nava wan de hebûn. Her wiha nepêkan bû ku bêyî agahiya dewleta Sûriyeyê tiştekî wiha bikin. Me zanîbûn ku kesên li mala Remezan Kabreş 'talebe' ne. Lê me nizanîbûn bê kî ne. Dema ku me xwe gihand malê, her kes kuştibûn. Yek tenê sax mabû. Agir bi xanî ketibû. Piştre cenazeyên mêvanan ji Tirkiyeyê re hatin şandin. Remezan Kabreş û ferdên malbata wî yên hatin kuştin, li vir hatin veşartin."

'ZAROKÊ KU JI DIBISTANÊ VEGERIYA KUŞTIN'

Mihemed Hecî Seyîd anî ziman, leşkerên Tirk li ser rê ji zarokekî ku ji dibistanê vegeriya pirsî bê kî ye û piştî hîn bûn ji malbata Remezan Kabreş e, ew li ser rê kuştin. Seyîd got, "Dijminê me ti carî nasekine. Ji bo kuştina Kurdan her tim ji xwe re bahaneyekê dibîne."

Şahideke din a komkujiyê Zeynep Şero jî diyar kir ku ciwanekî ji malbata Remezan Kabreş dema ji dibistanê dihat hate kuştin û got, "Ji nişka ve dor li malê girtin û bi bombe û çekan êrîş birin ser malê. Kesî ji me nekarî ji mala xwe derkevin. Hinekan hewl dan biçin alîkariyê, lê gule li wan jî reşandin."

'DEWLETA TIRK HER TIM DIJMINATÎ LI ME KIR'

Zeynep Şero ragihand, tenê du zarok ji malê rizgar bûn û wiha dewam kir: "Yek jê zarokekî pêçayî bû, yê din jî xwe di nava nivînan de veşartibû, ew filitî. Ji bilî wan her kesên li hundirê xênî kuştin. Dema ku em çûn nava malê, her der reş bûbû. Ji bilî xwînê tiştek nemabû. Çi bêjim, dewleta Tirk ji berê ve dijminatiyê li me dike. Îro jî dijminatiyê dike, her roj li ser sînor hinekan dikuje."

'KOMKUJIYEKE HOVANE BÛ'

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê Salih Gedo ku piştî komkujiyê çû cihê bûyerê, anî ziman ku yên hatine kuştin kadroyên pêşeng û endamên tevgera KAWA bûn. Gedo got, "Êrîşkar ji sînor derbas bûn û hatin. Saet li dora 20'an bi bombe û kalaşnîkovan li xanî reşandin û piştre agir berdan xanî. Ez yek ji wan kesan bûm ku piştî komkujiyê yekser çûn cihê bûyerê. Me cenaze rakir. Komkujiyeke hovane bû. Di wijdanê mirovan de birîneke mezin vekir. Gelekî manîdar e ku ji sînor derbas bûn û hatin li bajarekî di kontrola leşkerên rejîma Sûriyeyê de bû, komkujiyeke wiha kirin."

'DERBEKE MEZIN LI TEVGERA KAWA KET'

Gedo anî ziman, rêxistina KAWA bi vê komkujiyê re derbeke mezin xwar, pêşengên wê hatin kuştin û got, "Dema ku em gihiştin wê derê tenê ciwanek rizgar bûbû. Ew jî birîndar bû, 14 fîşek lê ketibû. Demekê li Hesekê hate dermankirin, lê ew piştre birin Şamê û dûre derbasî Swêdê bû. Li wir jî 4 mehan hate dermankirin. Navê wê Heybet bû, hîn jî li Stockholmê ye."