Îtîrazî cezayê gerandina govendê hate kirin

Ji ber ku li ber stranên Kurdî govend gerandine cezayê dîsîplînê li siyasetmedarên Kurd Leyla Guven, Hulya Alokmen û 8 jinên din ên girtî hatibû birîn. Îtîraza li hemberî vî cezayî hate redkirin.

Bi sedema ku stranên Kurdî strane û govend gerandine cezayê dîsîplînê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen hatibû birîn. Parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Xarpêtê îtîrazî vî cezayî kiribûn.

Dadgehê îtîraz red kir û diyar kir wê li ser 10 jinan cezayê dîsîplîn û ragihandinê were pêkanîn.

Parêzer wê li hemberî biryara dadgehê serî li Dadghe Makeqanûnê bidin.