Însiyatîfa Zarokên Agir gelek febrîqe û kargeh şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li heft bajaran gelek febrîqe û wesayitên 'faşîstan' şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ev agahî parve kir:

"24'ê Çileyê li Konyayê Febrîqeya Bîrlîk Sunger a AKP'iyan,

24'ê Çileyê li navçeya Menteşe ya Mûglayê navenda kirîn û firotina elektronîk a 'faşîstan' Teknosan Îzan AVM,

24'ê Çileyê li navçeya Terme ya Samsûnê wesayiteke 'dijminên Kurdan',

23'ê Çileyê li navçeya Salîhlî ya Manîsayê trafoyek,

23'ê Çileyê li navçeya Dortyol a Hatayê Navenda Paketkirinê ya MHP'iyan,

23'ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê otobuseke rêwiyan a navbera bajaran a 'faşîstekî',

20'ê Çileyê li navçeya Kartal a Stenbolê keştiyek bi navê Boras a 'dijminê Kurdan',

20'ê Çileyê li Stenbolê li Herêma Pîşesaziya Organîzeyî ya Pîşesazên Kîmyayê ya Tûzlayê Febrîqeya Mobal Mobîlya ya 2 qatî ku li qadeke ji 2 hezar û 500 metreçargoşeyî bû,

19'ê Çileyê li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê depoya qûmaş a AKP'iyan hatin şewitandin."