Însiyatîfa Zarokên Agir navenda çêkirina keştiyan şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku tişta ku dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdan kirî ‘wê ji bo wan nemîne’ û banga ‘geşkirina agirê tolhildanê’ kir.

Însiyatîfa Zarokên Agir ev agahî parve kir: “23’yê Îlonê li Navenda Turîzma Kundu ya navçeya Aksû ya Antalyayê atolyeya keştiyan dane ber agir. 3 keştî bûne xwelî, ziyan gihiştiye 2 keştiyan.Bi giştî ziyaneke madî ya 5 milyonî derketiye.

Heman rojê li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê jî kargeheke ya çerezat a Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Denîzlî ku dijminê Kurdan a Îbrahîm Tefenlîlî şewitandine.

23’yê Îlonê li Ataşehîr a Stenbolê wesayîta faşîstekê hatiye şewitandin.”