Însiyatîfa Zarokên Agir li pênc bajaran gelek cih şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand, ku navendek, febrîqeyek, otoparkek, atolyeyek û konteynirek 'faşîstan' şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Antalya, Stenbol, Konya, Kocaelî û Mûglayê gelek cih şewitandine.

Daxuyanî wiha ye:

"23'ê Cotmehê li Esenyûrt a Stenbolê otoparkek 'faşîstan',

22'ê Cotmehê li navçeya IKaratqay a navendî ya Konyayê 'Navenda spor û kongreyê' ya şaredariya AKP'ê,

22'ê Cotmehê li navçeya Başîskele ya Kocaeliyê febrîqeyeke 'kesekî AKP'î',

22'ê Cotmehê li navçeya Datça ya Mûglayê atolyeya mobîlya ya F.Û yê 'dijminê Kurdan',

21'ê Cotmehê li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê konteynira kesekî dijminê Kurd hatin şewitandin."