Însiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran febrîqe şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li pênc bajaran gelek febrîqe şewitandine.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Li Duzceyê, Febrîqeya Kelebek Mobîlya ya ku piştgiriyê dide aboriya Tirk hate şewitandin û xisareke mezin lê bû. Li Sakarya, Antalya, Bûrsa û Stenbolê jî gelek kargehên dijminên Kurdan hatin şewitandin û me bi vî rengî hesabê komkujiyên li Kurdistanê pirsîn. Em ê hesabê komkujiyan hîn jî bipirsin."

Li gorî daxuyaniye;

"30'ê Kanûnê li Esenyûrt a Stenbolê Febrîqeya Tekstîl a Gultû ya AKP'iyan,

29'ê Kanûnê li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê karegeke MHP'iyan a li Sîsteya Pîşesaziyê ya Eskîşehîr, li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî depoya lastîk û paletê ya Okan a dijminên Kurdan,

27'ê Kanûnê li Duzceyê Febrîqeya Kelebek Mobîlya ya AKP'iyan, li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê Tesîsa Veguherînê ya Yîgît a MHP'iyan, li Antalyayê kargeheke 3 qatî ya faşîstan,

21'ê Kanûnê li navçeya Bandirma ya Balikesîrê febrîqeya hilberîna rûn a faşîstan hatin şewitandin."