Însiyatîfa Zarokên Agir li 2 bajaran çalakî kir

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê çalakî kirine.

Însiyatîfê Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li 2 bajarên Tirkiyeyê ji bo bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersimê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Ne bi hezaran Kurdên ku we li Dersimê qetil kirin, ne jî pîrê me Seyîd Riza me ji bîr nekiriye" hate weşandin, li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"14'ê Mijdara 2021'ê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê wesayita kesekî AKP'î hate şewitandin.

14'ê Mijdara 2021'ê li navçeya Konakê ya Îzmîrê wesayita kesekî MHP'î hate şewitandin."