Însiyatîfa Zarokên Agir AVM û marketek şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand, ku li Antalyayê AVM'yek û li Stenbolê jî marketek şewitandine.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê hişyarî da û got, "Bi pêngava xwe ya têkbirinê re ji bo tolhildanê em ê li her derê sazî û kargehên dewleta Tirk a faşîst û hevkariyên wê bişewitînin."

Însiyatîfê diyar kir ku 26'ê Îlonê li navçeya Korkûtelî ya Antalyayê AVM a 1-IM a "Dijminê Kurdan" hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 25'ê Îlonê jî li Şîşlî Etfal a Stenbolê marketa A-101 a "faşîstan" hate şewitandin.