Însiyatîfa Zarokên Agir 48 kargeh, 3 febrîqe û qemyonetek şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di 26 û 27'ê Mijdarê de li çar bajaran 48 kargeh, 3 febrîqe û qemyonetek şewitandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Kirikkale û Kocaeliyê 3 febrîqe û qemyonetek di çarçoveya pêngava me ya têkbirinê de hatin şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Aydinê jî 48 kargeh 27'ê Mijdarê hatin şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê Febrîqeya Plastîk a TESLA ya 'faşîstan', li Kirikkaleyê Şîrketa Belavkirinê ya Komî ya Hocaoglû ya 'Dijminê Kurdan', 26'ê Mijdarê li navçeya Kagithane ya Stenbolê qemyonetek belavkirina cîps û li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê febrîqeyeke MEDÎ Kaûçûk a AKP'iyan hatin şewitandin.