Însiyatîfa Zarokên Agir 2 febrîqe û navendeke hilberînê şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 2 febrîqe, navendeke hilberînê û mînîbusek şewitandiye.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi 'pêngava têkbirinê' kirine û li ser çalakiyên ku lidar xistiye ev agahî parve kir:

"11'ê Îlonê li navçeya Sariçamê ya Edeneyê li Herêma Pîşesaziyê ya Haci Sabanci, febrîqeyeke tekstîlê hate şewitandin û beşek ji febrîqeyê bi temamî şewitî.

10'ê Îlonê li Umraniye ya Stenbolê mînîbuseke faşîstê 'dijminê Kurdan' hate şewitandin.

5'ê Îlonê li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê febrîqeyek û navendeke hilberîna paletê hatin şewitandin."