Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê bal kişandin ser girtiyên nexweş

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di 78’mîn meha Qetlîama Pirsûsê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin ku girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 78'an de li Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê hatin cem hev û ji bo 33 kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn daxuyanî da çapemeniyê.

Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tûmûklû, Hevserokên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer, Okan Danacı û Serokê Lîmter-Îşê Kanber Saygili beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta "Bila dilê me ji bo edaletê lêbixe" hat vekirin.

Fetî Aydin diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî bêhiqûqiyê têkoşîna edaletê tê rêvebirin û bal kişande ser girtiyên nexweş û got, "Yek ji girtiyên nexweş ên li girtîgehan Besra Erol e, dayika Evrîm Denîz Erol a ji 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê ye. Besra Erol a ku nexweşiyên wê yên helîna hestiyan, dîska pişt û mîde heye, tevî ku temenê wê zêde dibe û roj bi roj xerabtir dibe jî di girtîgehê de tê girtin. Ji ber agahiyên ku di demên dawî de derbarê girtiyên nexweş ên li girtîgehê ku nayên dermankirin û tenduristiya wan bandoreke neyînî li wan kiriye, em gelekî bi fikar in. Em dixwazin du serî de ji malbatên me yên Pirsûsê Besra Erol, girtiyên nexweş bên dermankirin û girtiyên ku ji ber nexweşiyên xwe nikaribin di girtîgehê de bimînin bên berdan.”

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ WÊ BIDOME'

Aydin bal kişande ser bêhiqûqiya di dozên Rabîa Naz û Hrant Dînk de û Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya 2017'an de hat qetilkirin û wiha pêde çû: "Di dema ku ev di komkujiyên tên kirin de, darizandina yên ku edaletê dixwazin didome. Di sala 6. a Komkujiya Pirsûsê de ciwanên ku xwestin li gelek bajaran hevalên xwe bibîr bînin, hatin destgîrkirin û derbarê wan de doz hat vekirin. Du ji van dozan hefteya borî li Edene û Îzmîrê hatin dîtin. Di her du bûyeran de jî hewldana neserketî ya ji bo ronîkirina komkujiyan, ji bo ciwanên beşdarî bîranînê bibûn delîlên sûc hatin derxistin. Ji ciwanan hat pirsîn ka çima beşdarî bîranînê bûne û çima dirûşmeyan berz dikin. Li welatekî ku delîlên têrker ji bo dozên qetlîamê ku bi sedan mirov têde jiyana xwe ji dest danî peyda nabe, berzkirina dirûşmeyan weke sedemê sûc hesibandin sedemê herî bingehîn ê têkoşîna edaletê ye. Di serî de li Pirsûsê, emê li dijî hemû bêhiqûqiyan têkoşîna edaletê bidomînin."