Înîsiyatîfa Zarokên Agir: Me sala nû ya faşîstan bi agirê tolhildanê pîroz kir

Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku li wan pênc bajaran du fabrîke, tesîsek, depoyek, keştiyek, du otomobîlên dijminên Kurdan û trafoyeke şewitandine.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Di 4’ê Çileyê de li Kûşadasiya Aydinê otomobîleke faşîstan, di 3’ê Çileyê de li Derînceya Kocaeliyê trafoyek, di 2’ê Çileyê de li Înegola Bûrsayê fabrîkayeke mobîlyayê da dijminên Kurdan, di 1’ê Çileyê de li Aksaraya Konyayê Tesîseke Bêhvedanê ya Toptan a dijminên Kurdan, li Bendergeha Ambarliyê ya Avcilara Stenbolê keştiyek, li Beylîkduzuya Stenbolê konteynireke fabrîkeya AKP’yiyan û li Tûzlaya Stenbolê jî otomobîleke AKP’yiyan, di 31’ê Kanûnê de jî li Nîlufera Bûrsayê depoyeke alavên înşaatê hatin şewitandin.”