Îmîr: Wesayitên zirxî divê tavilê ji qada civakî bêne derxistin

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir ku kuştina Mîraç Mîroglû bi wesayiteke zirxî, nîşaneya dijminatiya li Kurdan e.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Mîraç Mîroglû yê ku li ber mala xwe ya li Taxa Tûrgût Ozal bi bîsîkleta xwe dilîst, ji ber ku wesayita zirxî lê xist, jiyana xwe ji dest da. Vê yekê careke din bala mirovan bir ser konsepta ewlekariyê ya ku li Kurdistanê dibe sedema mirinê û bêcezahiştina kujeran.

Ji sala 2008'an û vir ve li Bakurê Kurdistanê zêdeyî 40 mirov ji ber wesayitên zirxî li wan qelibî jiyana xwe ji dest dan ku 20 ji wan zarok bûn. Kujerên wan yek bi tenê jî nehate cezakirin. Ji xwe polîsê ku bi wesayita zirxî li Mîraç jî qelibî hate berdan.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Îmîr bi bîr xist ku li Şirnexê ji ber wesayitên zirxî gelek zarok hatine kuştin û bi bîr xist ku li Silopiyayê Mûhammed û Fûrkan Yildirim ên birayên hev li malê di xew de, Dîren Basan (10), Sînan Saltikalp (17), Bunyamîn Bayram (6), Hakan Sarak (5), Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû, Alî Olmez (15) û kesekî navê wî nehate hînbûn bi wesayitên zirxî hatin kuştin.

Nûran Îmîr anî ziman ku li dijî Kurdan êrişeke piralî heye û destnîşan kir ku dijminatî li xweza, mirov, çand, ziman, rêveberiya siyasî ya Kurdan tê kirin. Îmîr diyar kir ku polîtîkaya bêcezahiştina kujeran jî dibe zemîn ku êrişên bi vî rengî bêne kirin û bi bîr xist ku çawişên pispor li gelek bajaran destavêtin û destdirêjiyê dikini, lê bi heman rengî li şûna ku bêne cezakirin, têne xelatkirin.

Îmîr ragihand, ku li şûna cezakirinê her carê hewl tê dayin bûyer bê nixumandin û wiha dewam kir, "Malbata Mîraç ku ji ber wesayita zirxî jiyana xwe ji dest da, serî li Walîtiya Şirnexê da. Walîtiya Şirnexê ji wan re got, 'Wesayita zirxî hêdî diajot'. Eger bi wî rengî bûya, çawa dibû ku zarokek bi 11 metreyî bipengize? Çawa dibe ku bîsîkleta wî bibe 4-5 parçe? Helwesta ku vê yekê weke qezayê nîşan dide bi qasî kuştinê metirsîdar e."

Nûran Îmîr bi bîr xist ku têkildarî wesayitên zirxî yên ku dibin sedema mirinê, wan gelek caran pêşnûme pirs pêşkêşî Meclîsa Tirk kirine, lê belê hemû jî bêbersiv hatine hiştin.

Îmîr anî ziman ku niha li Şirnexê dibistanê dest pê kiriye, lê belê rêyeke baş nîne ku mirov tê re bimeşe, ji ber ku derfet hemû ji bo şer hatiye seferberkirin.

Îmîr ragihand ku bûyerên diqewimin nîşaneya dijminatiya li Kurdan e û got, "Gotina 'jin jî be zarok jî be ya pêwîst çi be wê bê kirin' ku Erdogan di dema serokwezaretiya xwe de kir, pratîka ku heta niha tê kirin vedibêje. Em vê yekê ti carî qebûl nakin. Êdî berdêlek nemaye ku Kurd bidin. Zarokek, mirovekî ku Kurd bike qurbanê şer nîne. Bi bikaranîna hiqûqa dijminatiyê, bi sorkirina nefretê wê nikaribin bigihêjin cihekî. Tê ber guhê me ku pêşniyarên cuda li malbata Mîroglû tê kirin. Em ê li pey vê mijarê bin. Em hişyariyê didin; bila henekê xwe bi aqlê me nekin. Polîsê ku li Mîraç xist divê tavilê ji wezîfeyê bê dûrxistin, bê girtin. Polîtîkaya bêcezahiştinê divê tavilê bi dawî bibe. Bajarên me ne qada pîsta leşkerî ne, kes nikare bi mejiyê garnîzonê nêzîkî vê derê bibe. Em ti kiryarên hiqûqa dijminatiyê qebûl nakin. Bila wesayitên zirxî yên ku dibin sedema mirinê tavilê li qadên civakî bêne derxistin."