Îlham Ehmed çû serdana Îmam Şîş ê di greva birçîbûnê de ye

Îmam Şîş ê li bajarê Newportê yê Gallerê di greva birçîbûnê de ye, bi tenê nayê hiştin. Di nava kesên ku doh serdana wî kirin, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî hebû.

Îmam Şîş ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 62 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed tevî heyetekê serdana Îmam Şîş kir. Ehmed diyar kir, tecrîd wê teqez bê rakirin.

Ehmed li bajarê Newportê ji aliyê gelek Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin û piştre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi Îmam Şîş û Kurdistaniyan re demeke dirêj sohbet kir.

Di nava kesên doh hatin serdana Îmam Şîş de, Zeynep Aksoy dayika Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê li Reqayê şehîd bû û xwişka wî jî hebûn.