ÎHD û xizmên windayan: Kujerê windayan dewlet e

Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Destgîr kirinê de, ÎHD û xizmên windayan, li ber Dadgeha Stenbolê hatin ba hev û anîn ziman ku kujerê windayên wan dewlet e.

Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Dayikên Şemiyê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di der barê 17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Destgîr kirinê de ya Navneteweyî de li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan çapameniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan bi hinceta qedexeya ji bo Nobeta Edaletê xwest Hevseroka HDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Gulsum Ozturk nekin qadê. Ozturk, bertek nîşanê vê astengkirina polîsan a li dijî xwe da û guh neda polîsan ket qadê. Di daxuyaniyê de pankarta "Hiştina bê ceza Dibe Sedema Dubarekirina Sûcan. Na ji hiştina bê ceza re, Em Edaletê Dixwazin" hate vekirin û wêneyên kesên di dema destgîr kirinê de hatine windakirin û dowîzên "Bîranîn, banga rûbirûbûnê û pirsîna hesab e. Tê Bîra Me, Em bi Bîr Dixin" hatin hilgirtin. Çend Parlamenterên HDP'ê û CHP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Nûnêra TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe axivîn û bal kişandin ser polîtikayên hiştina bê ceza û banga aşkerakirina rastiyan û rûbirûbûnê li dewletê kirin. Ji bilî Yolerî, Keskîn û Efe xizmên windayan kekê Cemîl Kirbayir Mikaîl Kirbayir, dayika Mûrat Yildiz Hanîfe Yildiz û birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî axivîn û peyama dewam kirina li têkoşîna xwe ya ji bo windayan dan.

HANÎFE YILDIZ HAT DESTGÎRKIRIN

Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ji ber ku di axaftina xwe de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re got, 'Suloyê xemilandî, tu yê jî rojekê bihêyî darizandin' piştî daxuyaniyê polîsan lêxist, ew destgîr kir, li erdê xist, bi erdê re kaş kir, bi zorê li wesayîta destgîrkirinê siwar kir. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî vê helwesta polîsan a li dijî Yildizê da. Hat zanîn ku polîsan Yildiz biriye Midûriyeta Ewlehiyê ya Çaglayanê.