ÎHD: Li Girtîgehên Marmarê mirin û êşkence heye

ÎHD’ê ragihand ku bi giştî li 21’ê girtîgehên Herêma Marmarayê di nava 3 mehan de 1233 binpêkirinên mafan pêk hatine. Di raporê de ji binpêkirinên mafan bigire heta êşkenceyê bal kişandin ser sûcên tên kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di mehên Çile, Sibat û Adarê de li 21 Girtîgehên Herema Marmarayê hatine qewimîn, li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn.

ÎHD’ê, di rapora bi rêya serlêdanên malbatan û girtiyan, bi riya çapemeniyê hatiye amade kir de, destnîşan kir ku her roja ku diçe pêkanînên tecrîdê kûrtir dibin.

Rapor Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî eşkere kir. Yolerî, diyar kir ku di meha Çileyê de 28, di meha Sibatê de 21, di meha Adarê de 29 bi komî 78 serlêdan wergirtine û anî ziman ku ji van serlêdanan 7 jê jin 71 zilam, 8 jê edlî 70’ê jî girtiyên siyasî kirine.

Yolerî, bal kişand ku her serlêdanekê de gelek binpêkirinên mafan hene û wiha got: “Bi rêya lêgerîna çapemeniyê 313 binpê kirinên mafan, di 78 serlêdanên ku li komeleya me hatin kirin jî di meha Çileyê 311, meha Sibatê 294 û meha Adarê jî 315 bi komî 920 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Hejmara binpêkirinên mafan a komî jî bûye 1233.”

Yolerî, têkildarî binpêkirinên mafan ên jiyanê jî ev agahî parvekirin: “Li gorî agahiyên ku me bi rêya çapemeniyê bi dest xistin 4 jê li Girtîgehên Herema Marmarayê 6 întîxar, 4 ji ber kovîd-19’ê, yek ji ber nexweşê kronik û yek jî mirineke bi guman bi komî 12 girtiyan jiyana xwe ji dest da.”

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, da zanîn ku di nav serlêdanan de mûameleya nebaş, derb û îşkence jî hene û wiha berdewam kir: “Li gorî daneyên me yên tên bi dest xistin 37 muameleyên nebaş, 30 zextên psikolojik, 14 xistina hucreyê, 2 xistina hucreya bi qefes, 42 lêgerînên tazî, 18 di lêgerînan de nêrîna nava devî, lêdan, 34 êşkence, 2 serdegirtinên hucreyan, di 12 serdegirtinan de belavkirina tiştan, bikarneanîna rûpoş, lepik, bi hedefgirtina kesan legerîna odeyan û ji girtiyên gardiyan hişyarkirin re rojek cezayê hucreyê hat tespîtkirin.”

Yolerî, destnîşan kir ku giliyeke herî zêde jî têkildarî binpêkirinên mafan ên tenduristiyê ye û ev tişt got: “30 betalkirinên sewqên nexweşxaneyê, 45 ne derxistina revîrê, 10 nedayîna dermanên ku bi awayekî sererast tên bikaranîn, 14 taloqkirinên emeliyatan, 2 nekirina tedawiyên diranan, 18 nedayîna xwarina diyete, 6 mûayeneyên bikelemçe, 5 nedayîna raporên tenduristiyê, 26 ji ber pêkanînên karantînayê yên nebaş neçûyîna nexweşxaneyê, 18 di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de bikarneanîna lepik û parastina mesafeye.”

Yolerî, diyar kir ku têkildarî nebesiya bergiriyên şewba vîrûsa koronayê gelek serlêdan wergirtine û anî ziman ku 19 serlêdanên kovîd 19’ê ên pozîtîf û 8 jî serlêdanên bi temas wergirtine.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî hejmara binpêkirinên mafan wiha berdewam kir: “Di serlêdanên li saziya me hatin kirin de di bin banê karantînayê de 18 caran xistine hucreyê, di 26 lêgerînan de bikarneanîna lepik û rûpoş, amûrên paqijiyê ku didin girtiyan av kirine nav û wisa dane, 13 nexweşên kovîd-19’ê yên pozîtîf xistine odeya girtiyên ne nexweş, nezîkatiya nebaş a li dijî 12 girtiyên kovîdê, nedayîna xwarinê ya 13 girtiyên kovîd-19’ê, di nav 13 nexweşên kovîdê de cihekarî hatiye kirin cih digire.”

Yolerî, da zanîn ku di serlêdanan de hatiye diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû girtîgehan belavbûye û pirsgirêka herî mezin pêkanînên tecrîdê ne. Yolerî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan didome û diyar kir ku têkildarî tecrîd û mafê ragihandinê 222 binpêkirin mafan tespît kirine. Yolerî herî dawî bi lêv kir ku di mijarên binpêkirina mafê darizandina adil, astengkirina şertên kontrola edlî, astengkirina berdana bi şert û şewitandina înfazan de 56 binpêkirinên mafan tespît kirine.