ÎHD: Li girtîgehan 3 hezar û 118 binpêkirina mafan

Di rapora Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê de ku 20 girtîgehan vedihewîne, hate ragihandin 3 hezar û 118 caran maf hatine binpêkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê rapora Mijdar, Cotmeh û Kanûna 2021'an aşkere kir, ku di raporê de binpêkirina mafan a 30 girtîgehên Herêma Marmara jî hene. 

Rapor li ser binpêkirina mafan a van girtîgehan e: Girtîgeha Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F ya Imraliyê, Girtîgehên Kampûsa Girtîgeha Silîvrî, Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Nimro 1 û 2 a Tekîrdagê, Tîpa F ya Edîrne, Tîpa F ya Kandira, ya Girtî ya Jina na Bakirkoyê, Tîpa T ya Nimro 1 a Bandirma û Balikkeserîê, Tîpa L Nimro 2 a Maltepe, Tîpa M ya Gebze, ya Jinan a Girtî ya Şakranê, Tîpa F ya Wanê CÎK, Tîpa T ya Metrîsê, Tîpa F ya Boluyê, Ya Girtî ya Jinan a Qeyserî, Tîpa F ya Kurkçuler a Edene, Tîpa T ya Nimro 1 a Kocaelî, Tîpa T ya Nimro 2 a Rihayê, Tîpa T ya Nimro 4 a Şakrana Nû ya Alîaga, Tîpa E ya Umraniyê û Girtîgeha Girtî ya Seydîşehîr a Konya.

Rapor ji hêla parêzer Jiyan Tosun û Ummûhan Kaya û Davût Arslan ve hate xwendin

Li gorî raporê di nav girtîgehan de serlêdanên têkilî binpêkirina mafan herî pir ji Girtîgehên Kampûsa Silîvrî û Tekîrdagê hatine. Herî zêde jî meha Mijdarê serlêdan bûne. Di raporê de tevahî 89 serlêdan hene û ji van 76 jê yên girtiyên siyasî ne. Li gorî van raporana gelek binpêkirina mafan hatine tespîtkirin.  Li gorî raporê Cotmehê ji nav 32 serlêdana 100, Mİjdarê ji nav 33 serlêdanan 268, Kanûnê ji nav 24 serlêdanan hatiye tespîtkirin ku 750 caran maf hatine binpêkirin. Bi giştî 2 hezar û 540 carî maf hatine binpêkirn. Li gel vê binpêkirina mafan ên bi rêya çapemeniyê jî di raporê de cih girt. Bi vê rêyê jî hatiye tespîtkirin ku 578 caran maf hatine binpêkirin. Li gel serlêdan û bi rêya çapemeniyê 3 hezra û 118 caran maf hatine binpêkirin. Di nav van binpêkirinan de 8 jê binpêkirna mafê jiyanê ye.

Li gorî raporê binpêkirin herî pir bi rengê êşkence, derblêdan, tehde, ferzkirina nasnameya 'terorê', şermezarkirina kêfî, cezayê lêpirsînê û sirgûnkirinê ne. Li gorî vê li van girtîgehan bi kêmanî 85 kes bi zorê hatine sirgûnkirin. Êşkence li 50 kesî hatiye kirin, cezayê şermezarkirinê li 126 kesan hatiye birîn an jî derheqê wan lêpirsîn hatiye destpêkirin.