ÎHD: Hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin çalakiya dayikan bidin sekinandin

Komeleya Mafên Mirovan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê da û got “Hûn ê nikaribin têkoşîna dayikan bidin sekinandin.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 900’an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin û polîsan êrîşî çalakiyê kiribûn.  Komeleya Mafên Mirovan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya Dayikên Şemiyê da.

ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan werin berdan û got “Dayikên Şemiyê ji hefteya 700’î ve nikarin biçin Qada Galatasarayê û di hefteya 900’î de Dayikên Şemiyê xwestin biçin Qada Galatasarayê lê Walîtiya Stenbolê çalakiya wan qedexe kir. Hûn çi bikin jî wê nikaribin bibin asteng ku xizmên windayan li zarokên xwe bigerin.”

Di çalakiya Dayikên Şemiyê de Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren, Besna Tosûn, Masîde Ocak, Hasan Karakoç, Mikaîl Kirbayir, Alî Ocak, Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskin û Ozturk Turkkdogan, Hevseroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yoleri, parêzer Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya, Davût Aslan ve Arat Dînk hatin destgîrkirin.