ÎHD'ê xwest Erîk ê bi nexweşiya giran ku 2 destê wî hatine birîn, bê berdan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê xwest Necdet Erîk ê ku di encama girtina ceyranê de her du destên wî hatibû birîn û di laşê wî de birînên giran pêk hatine, bê berdan.

Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa Necdet Erîk ê tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li Girtîgeha Maltepeyê girtî ye, li ber avahiya komeleyê daxuyanî da.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ummuhan Kaya, diyar kir ku Necdet Erîk nêzî 40 roj berê di xeta voltaja bilind a ceyranê de hatiye girtin û di encamê de birînên kûr li hemû laşê wî çêbûne.

Kaya anî ziman ku di vê pêvajoyê de polîs bi rojan li ber odeya wî ya li nexweşxaneyê sekinîn û got, “Necdet girtî ye. Necdet Erîk piştî ku 15 rojan li Nexweşxaneya Çam Sakura ya Başakşehîrê ma, sewqî Nexweşxaneya Kartal Lutfî Kirdar kirin.”

Kaya, da zanîn ku lingê Erîk ê çepê jî ji ber şewata giran hatiye neqlkirin û wiha dewam kir, "Dema ku Necdet Erîk di van şert û mercan de bû û hîna tedawiya wî dewam dikir, polîsan gotin ‘Em ê Necdet bibin dadgehê’ û di 29'ê Hezîranê de li ser milan ew sewqî dadgehê kirin. Û li vir Erîk, hat girtin. "

Kaya wiha dom kir, “Ew birin Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L a Hejmar 1 û bi rojan e di girtîgehê de ye, tevî ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Bila Necdet Erîk ê girtiyê nexweş ku du destê wî tune ye, di hemû laşê wî de şewateke giran heye û di nav nivînan de ye, serbest bê berdan. Di van şert û mercan de girtina mirovekî hem li dijî hiqûqê û hem jî li dijî mafên mirovan e. Divê demildest Necdet Erîk bê berdan.”

Birayê Erîk Abîdîn Erîk bertek nîşanî biryara girtinê da û got, “Necdet bêsûc tê girtin. Ew tenê qurbana îftirayê ye. Em dixwazin ew bê berdan.”

Abîdîn Erîk diyar kir ku di 4'ê Tîrmehê roja Duşemê de piştî ku ji dozgeriyê destûr girtiye çûye girtîgehê û wiha axivî, “Necdet li ser milan anîn. Bi telefonê bi Necdet re axivîm. Ew neçar bû ku piştî emeliyata xwe biçe pansumana xwe bike. Lê belê, ew hat girtin. Min ji nexweşxaneyê pirsî, lê birayê min nebirin nexweşxaneyê."

Erîk gotina birayê xwe yê mezin roja serdanê wiha anî ziman: “Îro hemşîreyek hat û li birînên min mêze kir. Hemşîreyê nikarî qumaşê rake, ji ber ku qumaşê li binê birînên min ve mabû. Qumaş gelek xirab pê ve mabû. Ji ber vê yekê dîsa girt. Ez nebirin tu cihî, rewşa min pir xerab e, êşa min pir heye.”