ÎHD’ê rapora erdhejê eşkere kir: Budçeya herî zêde ji bo şer hat xerckirin

Hevseroka Giştî yê ÎHD’ê (Komeleya Mafên Mirovan) di civîna ku rapora erdhejê lê hat eşkerekirin de axivî û diyar kir ku dewletê budçeya herî zêde ji bo şer xerc kiriye.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêma erdehjê qewimîne raporek amade kir. Rapor li navenda giştî ya ÎHD’ê bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin. Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê tevlî civînê bûn.

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku felaketa xwezayî veguherî qetlîamê û got: “Heke pergalek otorîter a navendî ku li ser fermana kesekî welatek 95 milyon kes lê dijîn bi rê ve biçe, wê encam jî felaketa li ser felaketê be. Ji bo herêmên erdhejê Rewşa Awarte hat ragihandin. Rewşa Awarte nebaş bi kar tînin û hewcehî bi Rewşa Awarte nebû. Du sê rojan dewlet li li hawara xelkê neçû. Mirov terkî mirinê hatin kirin. Em ê ji bo parastina mafê jiyanê hemû deveran bişopînin. Xebatên alîkariyê hatin astengkirin. Desthilatdariyê alîkariya rêxistinên sivîl jî asteng kir.”

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku dewlet budçeya herî zêde ji bo şer xerc dike û wiha got: “Dewlet ji bo kuştina mirovan xerc dike, ne ji bo parastina mirovan. Em nikarin erdhejê tenê bi faleketê pênase bikin. Di heman demê de qetlîamek jî pê re hat. Ji ber ku gelek mirov şansê wan hebû wê nemirina lê kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve hatin şandin. Dewletê kamerayên termal ku ji bo mirov pê bên kuştin nebir herêma erdhejê. Gelek pesnê pergala termal dan lê ev kamera li herêma erdhejê nehatin belavkirin. Heke bihatana belavkirin wê gelek mirov bihatana rizgarkirin.”

Rêveberên ÎHD’ê derbarê binpêkirinên mafan ku li herêma erdhejê qewimîne kurt axivîn.

ÎHD’ê berfirehiya rapora xwe li ser malpera xwe belav kir.