ÎHD’ê li dijî êşkenceya li girtîgehan daxuyanî da

ÎHD'ê li gelek bajaran daxuyanî da û diyar kir ku girtîgeh bûne navendên binpêkirina mafên mirovan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê pêkanînên êşkenceyê yên li girtîgehên li gelek bajaran de daxuyanî da. Komîsyona Girtîgehan ên ÎHD’ê di serî de li bajarên wek Amed, Êlih, Mêrdîn Riha, Wan, Colemêrg, Dersim, Enqere, Îzmîr, Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay di nav de li 27 bajaran daxuyanî dan.

Daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Ji bo parastina mafê jiyana girtiyan, binpêkirinên di girtîgehan de didomin bila werin bidawîkirin!” wiha ye:

“Li Tirkiyeyê girtîgeh, bûne cihê kesên ji hêla desthilatdariya siyasî ve wekî ‘bi talûke’ tên binavkirin. Bi taybetî bi cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î gelek muxalif di girtîgehan de bi êşkenceyan hatin qetilkirin, girtîgeh bi pêkanînên êşkence û pêka nînên xirab tên bîranîn. Tam di demekê wiha de komeleya me hatiye damezirandin. Ji 35 salan zêdetir e ji bo binpêkirinên girtegehan bi dawî bibin, kesên îxlalan pêk tînin werin darizandin û ji bo carekê din binpêkirinên wek hev neyên jiyîn têdikoşe. Lê belê ji rabirdûyê heta niha desthilatdarek ji bo binpêkirinên mafên jiyanê yên girtîgehan îradeyek têrker dernexistiye holê îro ev dibe sedema girtîgehên Tirkiyeyê bibin navenda binpêkirinên mafên mirovan.

Di dawiya salên 1990’î de biryara modeleke nû ya girtîgehan,girtîgehên Tîpa F’yê hat dayîn. Di serî de 11 heb girtîgehên tîpa F’yê hatin çêkirin. Li hemberî vê biryarê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyan, sendîka, siyasetmedar û parazvanên mafan bal kişandin; di girtîgehên tîpa F’yê de girtî tena serê xwe yan jî bi komên biçûk re bin. Ev yek wekî xetereya îzolasyonê  terîfkirin û izolasyona civakî dê ji bo tendûristiya fizîkî û derûnî xetereyên giran pêk bîne, ew ê ewlehiya girtî û cezaxwariyan di bin şertên îzolasyonê de bikeve xetereyê.

CPT’yê di rapora xwe ya 23’ê Sibata 1999’an de diyar kiriye di girtîgehên tîpa F’yê de heke derfetên çalakiyên hevpar ên beşên jiyanê pêk neyê, pergala nû di cihê çareseriya pirsgirêkan de dê pirsgirêkên nû biafirîne. Ligel hemû pêşniyaz û hişyariyan desthilatdara siyasî bi polîtikayên ewledariyê yê ku li hemû civakê pêk tîne bi armanca girtiyan bixe bin kontrolê û tenê bihêle ji bo girtîgehên tîpên F’yê pêk were bi lezgînî dest bi xebatan kiriye.

Desthilatdariya niha ligel Tîpên F’yê girtîgehên îzolasyontir wekî Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa S’yê ava kiriye. Li gorî daneyên Gerînendeya Girtîgehan yên Wezareta Dadê niha di Tirkiyeyê de giştî 14 heb tîpa F, 17 heb bi ewledariya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa S’yê hene. Bi taybetî di girtîgehên Ewlêdariya Bilind de girtî di odeyên yek kesî de tên girtin, di odeyên wan de cihê hewadariyê tune ne û girtî rojê saetek, saetek û nîv (1-1,5) di cihekî din de derdikevin bêhnstendinê û mecbûrî dema xwe ya mayî di wê odeya xwe ya yek kesî de diborînin. Bi pêkanîna Tîpa F, Tîpa S û girtîgehên Ewledariyên Bilind pispor û parazvanên mafan ku desthilatdariya siyasî hişyar dikirin mafdar derketin, girtiyên di van girtîgehan de tên girtin di serî de mafên wan ên jiyanê, mafên wan ên tendurîstî,mafên rêzdariya jiyana taybet û malbatê, mafên ragihandin û hevdîtina parêzaran her tim tê îxlalkirin pêkanînên dijberî qanûna înfazê derdikeve holê. Li hemberî van pêkanînan girtî li hiqûqa navîn û DMME’yê doz vekirine digel ku bi sedan biryarên erênî hebin jî binpêkirinên bûne mijara dozan bêyî bi dawî werin em dibînin her roja diçe ev îxlal zêdetir dibin. Girtî ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata netewî û navnetewî bi kar bînin gelek caran, mecbûr mane çalakiyên  greva birçîbûnê, xweşewitandine û xwekuştinê pêk bînin, di encama van çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, gelek girtî jî ji ber van çalakiyan nexweşiyên mayînde jiyane. Herî dawî em ji çapemeniyê hîn bûn ku girtiyê bi navê Yakup Brûkanli ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de xwe şewitandiye û rewşa wî xeter e. Em Komeleya  Mafên Mirovan careke din  bang dikin  bila girtî çalakiyên li dijî jiyana xwe pêk neynin û desthilatdara siyasî jî ji bo daxwazên girtiyan pêk were polîtikayan biafirîne.  

LI 399 GIRTÎGEHAN 330 HEZAR GIRTÎ HENE

Li gorî daneyên ku girtigehan di 1’ê Mijdara 2022’an de diyarkirine di 399 heb Girtîgehan de 331.706 girtî hene û ev hejmar her tim zêde dibin. Ji dawiya sala 2002’an heta niha hejmara girtiyên di girtîgehan de 5,6 qat zêde bûne. Hejmara ewqas girtiyan bi serê xwe pirsgirekeke mezin e. Pirsgirêka tedawînekirina girtiyên nexweş û tehlîyenekirina girtiyên nexweş jî wekî binpêkirinên din ên li girtîgehan diqewimin ji polîtikayên siyasetê yên dûrî perspektîfên mafê jiyanê pêk tê. Qasî komeleya me tespît kiriye ji 29’ê Nîsana 2022’an ve di girtigehên Tirkiyeyê de 651 heb girtiyên nexweş ên giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Bi taybetî girtîyên nexweşiyên wan giran bûne û nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomînin her roja wan a girtîgehê ji bo wan û malbata wan tê wateya îxlalkirina  qedexeya êşkence û miameleya xirab. Nexweşiyên girtiyan yên ji ewilî yan jî yên piştre dest pê kirine bi sedema mercên girtîgehê û tedaawînekirina bi rêk û pêk zêdetir dibe û îxlala mafê jiyanê derdixe holê. Biryara taloqkirina cezayên nexweşên giran ên ku gihiştîne asta xeteriyê ji hêla dozgeriyê ve bi xemgînî em dikarin bibêjin bê wate ye. Serlêderên komeleya me û girtîyên di lîsteya nexweşan de bûn girtiyên bi navê Bedri Çakmak û Ehettin Kaya ji ber nexweşiyên xwe cezayên wan hatine taloqkirin û hatine berdan lê demeke kin piştî tehliya xwe jiyana xwe ji dest dane. Binpêkirinên di girtîgehên Tirkiyeyê de diqewimin bi guherînên qanûnî, perwerdehiya erkdaran û bi venêrîneke baş dikare pêşî lê were girtin. Di sala 2022’an de 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ev yek nîşan dide divê pêkanînên girtîgehên Tirkiyeyê bi lezgînî werin guhertin.

Piştî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag got ‘dê di rewşa girtiyên nexweş de sazkirinên qanûnî pêk were’, me wekî Komeleya Mafên Mirovan bi pêşniyaz û dîtinên xwe yên li ser mijarê û pêşniyarên guherînên di derheqê hikmê mewzûatê de raporeke bi hûrgulî amade kir vê raporê me hem pêşkeşî partiyên siyasî hem jî pêşkeşî raya giştî kiribûn. Beriya Wezîrê Dadê û desthilatdarî di derheqê girtiyên nexweş de guherînên qanûnî pêk bînin ji xebatên saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan sûd bigrin û xebateke qanûnî bi van saziyan re pêk bînin ew ê derfeta çareseriya mijarê pêk were. Em dixwazin Komeleya Mafên Mirovan careke din diyar bikin di derheqê guherîna qanûnî de em bi zanîn, belge û raporên di destê xwe de dikarin peywir bigirin.

Di dawiyê de em dixwazin mijara ku her tim bal dikşînin li ser dîsa bal bikşînin. Hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de di bin venêrîn û berpirsiyariya dewletê de ne. Di mijara mafê jiyanê, nedîtina êşkenceyê, rêzdariya jiyana taybet û malbatê, ragihandin û ji bo bikaranîna hemû mafên mirovan divê dewlet pêşgiriyên pêwîst bigire û di derheqê kesên van mafan îxlal dikin de darizandinên bi bandor pêk bîne. Bi vê sedemê ji bo binpêkirinên mafan ên di girtîgehên Tirkiyeyê de diqewimin biqede divê dev ji polîtîkayên ewlêdariyê were berdan û divê hişmendiyeke li gorî rêzika gerdûnî û mafê mirovan bikeve meriyetê.”