ÎHD: Divê bi lezgînî werin berdan

Komîsyona Girtîgehê ya Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê xwest hemû girtiyên ku rîsk li ser wan heye bi lezgînî werin berdan.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji ber vîrûsa korona di hefteya 417'an a çalakiya "Rûniştina F" de li ser medya civakî daxuyanî dan û xwestin girtiyên di koma rîskê de ne serbest bên berdan. 
 
Rêxistin û saziyên ku her hefte çalakî li dar dixistin, ji ber vîrûsa korona li Tirkiyeyê belav dibe çalakiyên xwe bi rêbazên cuda li dar dixin. Komîsyona Girtîgehat a Şaxa ÎHD'ê vê hefteyê ji ber vîrûsa korona li şûna qadê çalakî li ser medya civakî parve kirin. Komîsyonê di hefteya 417'an de çalakiya "Rûniştina F" li ser medya civakî li dar xistin. Endamên komîsyonê li ser medya civakî bi weşana zindî parve kirin. Endamên komîsyonê xwestin hemû girtiyên nexweş ên di bin rîskê de bi lez serbest bên berdan. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran, diyar kir ku li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê heta Çileya 2020'an li 355 girtîgehan 294 girtî hene û di nava van girtiyan de nêzî 11 girtî jin, 3 hezar û 100 zarok, 780 zarok li gel dayikên xwe girtî ne. Onaran, diyar kir ku li gorî şertan nêzî 66 hezar girtî zêdeyî kapasîteya girtîgehan girtî ne û di nava şertên xerab de dijîn.
 
Onaran, da zanîn ku di sala 2019'an de tespît kirin ku li girtîgehan 457 jê giran bi giştî 1333 girtiyên nexweş hene û xwest girtiyên nexweş bi lez serbest bêne berdan. Onaran,  da zanîn ku di rastiyê de hêjmara girtiyên nexweş pir zêde ne û tenê ev hatine tespîtkirin u wiha got: "Divê berî her tiştî girtiyên nexweş û emrê wan zêdeyî 60 salî serbest bên berdan. Dîsa zarok, jinên du canî serbest berdin. Divê hemû kawîşên girtiyan bên paqijkirin û dezenfektekirin. 
 
* Divê serşok û tuwalet her roj bê dezenfektekirin. Divê xwarina girtiyan bi rêk û pêk û baş bê dayîn. Divê di aliyê vîtamîn, proteîn de dewlemend be. Divê disa hemû tedbîrên li diî vîrûsê bên girtin. Divê girtiyên nexweş bi maşîneyên taybet bibin nexweşxaneyê û bînin.