ÎHD'a Enqereyê bertek nîşanî êrîşa li ser Dayikên Şemiyê da

Hevseroka Şaxê ÎHD’ê yê Enqereyê Sevîl Tûrgût bertek nîşanê êrîşên li ser Dayikên Şemiyê û destgîrkirinê da.

Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê, piştî êrîşan polîsan a bi ser çalakiya Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê bikin de û destgîrkirina gelek kesên ku Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan jî di nav de bûn daxuyanî da.

Hevseroka Şaxê ÎHD’ê yê Enqereyê Sevîl Tûrgût di civînê de axivî û got: ‘’Xizmên windayan, mafparêz û parêzer û hevserokên me yên ÎHD’ê ku xwestin ku qurnefîlan danin Qada Galatasarayê, hatin kelemçekirin û destgîrkirin. Em destgîrkirina ne bi hiqûqî şermezar dikin û daxwaza me ew e ku kesên destgîrkirî di cih de bên berdan.“

Tûrgût, “Qanûnê Civîn û Meşên Xweşanîdanê yê bi hejmar 2911“ bi bîr xist û got: “Derketina Qada Galatasaray e mafekî yasayî ye. Nabe ku li dayikên Şemiyê bi salan e lê têdikoşin, li zarok, hevser û xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin digerin, daxwaza edaletê dikin bê qedexekirin.“