ÎHD a Îzmîrê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî

Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku sala 1993’an li Rihayê dema ku destgîrkirîbû hat windakirin, pirsîn û destnîşankirin ku berpirsyarê windakirina Taşkaya, leşker û cerdevanên wê demê ne.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Berê ya navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Winda wijdan in, xwedî li wijdana xwe derkeve" hat vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya hat pirsîn ku di 6'ê Kanûna 1993'an de dema ku destîrkirîbû li Rihayê hatiye windakirin.

Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Îzmîrê Zafer Încîn metna daxuyaniyê xwend.

Încîn destnîşan kir ku windakirina di dema destgîrkirinê de sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku kesên van sûcan zelal nakin û ser wan dinixumînin, jî şirîkê vî sûcê li hemberî mirovahiyê ne.

Încîn di berdewama daxuyaniyê de çîroka jiyana Husyîn Taşkaya got: "Huseyîn Taşkaya muteahîd bû. Ji ber ku binpêkirinên mafan ên di salên 90'î de yên li Sêwregê rexne dikir, bûbû hedefa hêzên dewletê û Eşîra Bûcakê. Huseyîn Taşkaya, di 6'ê Kanûna 1993'an de li mala apê xwe ya li Taxa Baglarê ya Sêwregê ji aliyê leşker, polîs û cerdevanên ji Eşîra Bûcakê hatiye destgîrkirin."

Încîn anî ziman ku karê desgîrkirinê di bin kontrola Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sêwregê Ahmet Şenturk de hatiye kirin û wiha got: "Malbata Huseyîn Taşkaya ji bo aqûbeta wî serî li cendirmeyan, midûriyeta polîsan, dozgeriyê û walîtiyê dide. Walî piştî desgîrkirinê bi demeke kurt dibêje, polîsan Taşkaya desgîr kiriye. Lê midûriyeta polîsan jî dibêje, 'ne li cem me ye, herin ji Sedat Bûcak bipirsin.' Parlementerê DYP'ê, serokê eşîrê-sercerdevan Sedat Bûcak jî gotiye 'koma me ew girtiye, lê radestî dewletê kiriye, lê ewekî din haya me jê tune ye, dewlet dizane.' Serdozgeriya Komarê ya Sêwregê jî destgîrkirina Huseyîn Taşkaya wekî îdiayeke neşênber a malbatê nirxandiye û biryara 'neşopandinê' daye. Hemû serlêdanên malbatê bê encam mane."

Încîn destnîşan kir ku ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Taşkaya nehwatiye wergirtin û got ku tiliya Sedat Bûcak û cerdevan Ahmet Bûcak, Ahmet Ersîn Bûcak, Halîl Beyazkaz, Kemal Uzeyroglû, Îzmet Ozeyranoglû, Mûstafa Uzeyroglû, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sêwregê Ahmet Şenturk, Qeymeqamê Sêwregê Celalettîn Yuksel, Fermandarê Alaya Cendirmeyan Seral Saral, Fermandarê Asayîşa Cendirmeyan a Herêmê Hasan Kûndakçi, Midûrê Midûriyeta Polîsan a Rihayê Mehmet Cebe, Midûrê Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê Mûstafa Tekîn, Serdozgerê Komarê yê Rihayê Huseyîn Fîdanboy û Waliyê Rihayê Tevfîk Ziyaeddîn Akbûlût di windakirina Huseyîn Taşkaya de heye.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.