ÎHD: Êşkence hatiye piştrastkirin

Şandeya ÎHD’ê ya bi Sonûç Gurdegîr a li Çewlikê hatibû destgîrkirin re civiya, got: “Em êşkenceya hatî kirin piştrast kir.”

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), duh eşkera kiribû ku êşkence li Sonûç Gurdegîr ê Wezareta Karên Hundir ragihandibû ku di 24’ê Tîrmehê de di serdegirtina maleke li Stenbolê de hatibû destgîrkirin, hatiye kirin. Şandeya ji Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê Abdulah Zeytûn, endamên lijneya rêveberiya komeleyê Prz. Yakup Guven û Prz. Ercan Yilmaz pêk hat bi Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, Serokê Baroya Çewlikê, Gurdegîr ê li Miduriyeta Polîsan a Çewligê tê girtin û malbata wî re hevdîtin kir.

Di daxuyaniya ji aliyê komeleyê ve hat aşkerakirin de cih da van tespîtan: “Malbata S.G. yê di dema destgîrkirinê de êşkence û nêzîkatiyên nebaş lê hatiye kirin, di 24’ê Tebaxê de serî li saziya me dan û diyar kirin ku bi anîna S.G. ya Çewlikê re 5 endamên malbatê bi êşkence û nêzîkatiyên nebaş hatine destgîrkirin. Bi armanca îdîa bên lêkolînkirin di 2’yê Îlonê de şandeya ji serokê me Prz. Abdulah Zeytûn, endamên lijneya rêveberiya şaxa me Prz. Yakup Guven û Prz. Ercan Yilmaz pêk dihat bi Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, Serokê Baroya Çewlikê, Gurdegîr ê li Miduriyeta Polîsan a Çewlikê tê girtin û malbata wî re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtin û lêkolînan de danîşanên êşkence û nêzîkatiyên nebaş hatin tespîtkirin. Ji ber vê yekê serlêdanên rapora ku em amede bikin û serlêdanên hiqûqî wê demekî nêzîk de bi raya giştî re werin parvekirin.”