ÎHD: 96 ji 100'î yê medyaya çalak di kontrola desthilatê de ye

Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê ji bo 10'ê Çile Roja Nûçegihanên Xebatkar daxuyaniyek da û got li Tirkiyê 96 ji 100'î yê medyaya çalak di bin kontrola desthilatê de ye.

Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo Rojava Nûçegihanên Xebatkar daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de li ser rewşa nûçegihanan a Tirkiyê agahî hate dayin.

Li gorî vê, Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza Azadiya Çapemeniyê de di rêza 154'an de ye, derdora 67 nûçegihan ji ber kar û barê nûçegihaniyê girtî ne.

Di daxuyaniyê de li gorî daneyên Tîrmeha 2020'an a Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî 86, 505 kes di kategoriya karê ''Çapemenî, weşan û nûçegihaniyê'' de ne lê di vî baskê kar de rêjeya sendîkayîbûnê 7,87 ji 100'î ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin li Tirkiyê ji çapemeniya çalak û organên medyayê 96 ji 100'î di kontrola desthilatê de ye, piştî ku yasaya ku zextê li ser medyaya civakî datîne derketiye, zexta li ser azadiya çapemenî û derbirînê zêdetir bûye.

ÎHD'ê di şexsê nûçegihanên ku hatine qetilkirin Mûsa Anter, Ferhat Tepe, Ugur Mumcu, Metîn Goktepe, Hrant Dînk de hemû nûçegihanên ku hatine nebedîkirin bibîr anî, Roja Nûçegihanên Xebatkar ku li gel hemû zordariyan serî li ber otorîteyê natewînin pîroz kir û bang kir ku zexta li ser azadiya û nûçegihanan demildest were qedandin.