Îfadeya çalakgerên Kadikoyê bêyî parêzeran hate girtin

Îfadeya 25 kesên li meşa Gemlîkê ya li Kadikoyê hatin destgîrkirin, bêyî parêzeran hate girtin. Kesên hatine destgîrkirin sewqî edliyeyê kirin.

Di pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HBP), Federesyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED-TUHAD FED) di meşa Gemlîkê ya li Kadikoyê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêzî 70 kes hatin destgîrkirin. Kesên bi lêdanê hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Kesên ku di nava wesayitan de rawestandin nêzî 7 saetan av û xwarin nedan wan.

PARÊZERAN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIRIN

Her wiha polîsan rê nedan ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin. Tevî parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) gelek kes ji bo hevdîtina muwekîlên xwe li ber avahiya emniyetê rawestiyan. Emniyetê xwest parêzeran bi komên ji 7 kesî bigrin hundir. Lê belê parêzer nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ev pêkanîneke kêfî ye. Parêzeran li ber avahiya emniyetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

NAVÊN KESÊN HATINÊ DESTGÎRKIRIN

Îfadeyên girtiyan serê sibehê bêyî parêzaran hatin girtin. 25 kes hê jî nehatine berdan. Tê payîn ku girtî ji bo îfadeya dozgeriyê derkevin edliyeyê. Navê kesên hatinê destgîrkirin wiha ne:

"Hevserokê HDP’ê yên Stenbolê Ferhat Encu, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Alîkarên Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, Eylem Çelîk, Onal Yusufoglu, Ridvan Karataş, Adem Gozungu, Elîf Bulut, Erhan Bayrak, Yaşar Gul, Muruvet Kuçuk, Çigdem Kiliçgun Uçar, Koray Turkan, Sedat Şenoglu, Nevzat Yeziz, Pinar Turk, Ezgî Gurbuz, Hatice Denîz Aktaş, Alî Îpeklî, Halîs Bîngol, Reşat Ayata, Mehmet Masyon, Alî Emre Ecer, Ronî Goren, Îsmaîl Temel."