Îdîaya ku li Dihokê 12 leşkerên Tirk hate kuştin

Hate îdîakirin ku li derdorê bajarê Dihok yê Başûrê Kurdistanê li dijî otbusekî leşkerî ya artêşa Tirk çalakiyek hate lidarxistin û 12 leşker hatine kuştin.

Di şeva 15’ê Mijdarê de konvoyekî  artêşa Tirk ku ji 8-9 wesayîtan pêk dihat li herêma di navbera bajarokê Sersîng û Qadîşe ya nêzîkî derdora bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê hatibû hedef kirin.

Diyar bu ku konvoy ji Şeladizê ber bi Dihokê ve diçû û di çalakiyê de otubusek hatiye îmhakirin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên herêmî girtine, 12 leşkerên ku di wesayîtê de hatine kuştin û gelek leşker birîndar bûne.

Nehate zanîn ku otubus ji aliyê kê ve hatiye hedef kirin.

Li Başûrê Kurdistanê 18 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Leşkerên Tirk ên ku bi PDK’ê re bi awayekî lihevkirî li Başûrê Kurdistanî li dijî hêzên PKK’ê di nava xebatên cûda de ne.