Êşkenceya li girtiyê nexweş: Wê hesab bidin

Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan diyar kirin ku li girtiyê bi navê Şaban Kaygûsûz ê ku ji sedî 90 berasteng e êşkence hatiye kirin û ragihandin ku berpirsyarên vê êşkenceyê wê hesab bidin.

Şaxên Mêrsînê yên Komeleye Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Çûkûrova TÛHAY-DER diyar kirin ku girtiyê bi navê Şaban Kaygûsûz dema ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’an a Bunyana Kayseriyê hatiye kirin, şîddet û êşkence lê hatiye kirin.

Daxuyanî li Şaxa OHD’ê ya li Mêrsinê hate dayîn. Îbrahîm Kaya diyar kir ku ji ber êşkenceya li ser Kaygûsûz heyeteke parêzeran çûne girtîgehê.

Kaya diyar kir “Kaygûsûz girtiyekî wisa ye ku bi tena serê xwe nikare  jiyana xwe bidomîne. Êşkence û miameleya xerab a di bin kontrol û çavdêriya dewletê de sûc e. Em rêveberiya girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’emîn Bunyanê û hemû peywirdarên ku êşkence li Kaygûsûz kirine, hişyar dikin. Ev tiştên hatine kirin li dijî qanûn, makeqanûn û peymanên navneteweyî ne. Kesên ev sûc kirine û çavê xwe ji vî sûcî re girtine wê li her hiqûqê hesabê vî tiştî bidin. Em ê ji bo pirsîna hesabê sûcê li dijî Kaygûsûz ê ku girtiyekî berasteng e, di warê hiqûqî de tiştên pêwist bikin.”