Êşkence li girtiyên Efrînî kirine

Welatiyên sivîl ên ji Efrînê ku piştî êrîşa dagirker a li ser Efrînê anîne Tirkiyê û hatine girtin diyar kirin dema destgîrkirinê êşkence li wan hatiye kirin, zor li wan kirine ku bibêjin YPG'yî ne û gefa tecawizê li xwîşk, hevjîn û dayikên wan xwarine.

Parêzerên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Çûkûrovayê li li girtîgehan çûn serdana welatiyên sivîl ên ji Efrînê ku piştî oprasyonê anîne Tirkiyê û hatine girtin.  
Parêzerên Komeleyê li Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T bi girtî Îdrîs Mustafa û Mesûd Mecîd Kilkavî re di 15’ê hezîranê hevdîtin pêk anîn. Parêzeran ev hevdîtin wek rapor amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. 
Li gorî raporê di hevdîtinê de herdu girtiyên ji Efrînê diyar dikin ku piştî OSO Efrîn dagir kiriye tên destgîrkirin û 12 rojan dema destgîrkirinê êşkence liş wan hatiye kirin. Herdu girtî destnîşan dikin dema destgîrkirinê  zext li wan hatiye kirin da ku qebûl bikin ew endamên YPG’ê ne û gefa li wan xwarine ku destdirêjî li maliyên wan bikin. Herdu girtî her wiha destnîşan dikin ku ji aliyê OSO’yê ve hatine revandin û radestî MÎT’ê hatine kirin. Girtî diyar dikin ku bi hêcetên cuda bi dehan sal cezayên giran li wan û li gelek girtiyên din ên ji Efrînê hatine birîn.