Êşkence li girtiyan hate kirin û girtî hatin sirgunkirin
Li Girtîgeha Tarsûsê di 22’ê Hezîranê de êşkence li girtiyan hatibû kirin. Girtî sirgunî girtîgehên din kirin.
Li Girtîgeha Tarsûsê di 22’ê Hezîranê de êşkence li girtiyan hatibû kirin. Girtî sirgunî girtîgehên din kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Nimreya 2’an Tarsûsê di 22’ê Hezîranê de di destê sibehê de gardiyanan li beşa T2 girtin ser qawîşan.
Di serdegirtinê de êşkence li girtiyan hate kirin û girtî hatin sirgunkirin. Hate diyarkirin Soncan Gedîk û Mervan Sûngûr jî hatine sirgunkirin. Nehate hînbûn navê girtiyên din çi ne û sirgunî kîjan girtîgehê hatine kirin.