Êrîşkarê êrîşê avahiya HDP’ê kiribû îfadeya xwe guhert

Beşar Elalî yê êrîşkarek ji êrîşkarên êrîşê avahiya HDP’ê ya Yuregîrê kiribûn bû, îcar got ku wî êrîş bi Mahmût Kendîrcî re kiriye.

Rûniştina duyemîn a doza li Ammar Hesen û Beşşar Elalî yên Sûriyeyî yên ku 16’ê Sibatê êrîşê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yuregîr a Edeneyê kiribûn de bi boneya ‘’Gerandina bi xwe re ya madeyên xeternak bê destûr’’, ‘’Dayîna zerara avahî ya jî alavên partî ya jî saziyek a pîşeyî ku bi kar tîne’’, ‘’Kirina sûc li ser navê rêxistinê’’ li Dadgeha Cezayên Giran a Duyemîn a Edeneyê hat dîtin.

Bersûcên girtî Hesen, Elalî û Kendîrcî û parêzer û hevserokên HDP’a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş tev li rûniştinê bûn. Elalî yê rûniştina pêşîn ji xwe ve çûbû parastina wî nîvco mabû, parastina xwe kir. Elalî rûniştina çûyî got ku wî êrîş bi tena serê xwe kiriye, di vê rûniştinê de da zanîn ku wî êrîş Kendîrcî re kiriye û gava êrîşkirinê Hesen jî bi wan re bûye. Elalî anî ziman ku midûriyetê hatiye derbkirin, îdafeya xwe ya  serê pêşîn dabû qebûl nekir, îdia kir ku wî êrîş ji ber sedemên şexsî kiriye.

Serokê dadgehê pirsa ‘’Kesê ku rê bi ber we bixe, we perwerde bike heye?’’ wiha bersivand: ‘’Ez çûm mescîdek a li Taxa Anadolûyê.’’

Dozgêriyê, biryara dewamkirina li girtina bersûcan da.

‘ÊRÎŞ NE ÊRÎŞÊK A ŞEXSÎ YE’

Parêzerên HDP’ê destnîşan kir ku êrîş ne êrîşek a şexsî ye lê bi rêxistinî ye û daxwaza bicezakirina bersûcan kir.

Şandeya dadgehê, rûniştin taloqê 18’ê Cotmehê kir.

Endamê Komîsyona Huqûqê ya HDP’ê Parêzer Mehtap Sert a piştî rûniştinê li ber edliyeyê daxuyanî da, wiha axivî: ‘’Di salvegera 8’emîn a Fermana Êzidiyan de îro li navçeya Yuregîrê, em, çûn rûniştina êrîşa çeteyên hov ên DAÎŞ’ê.’’

Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş jî got ku eleqeya êrîşê çeteyên DAÎŞ’ê re heye.