Êrîşên qirkirina siyasî li Tekîrdagê hatin protestokirin

Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP û HDK’ê li Tekîrdagê hatin protestokirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de, 3’yê Hezîranê li Tekîrdag û gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî yên bi hemwextî hatin kirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de bi ser navenda giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan a li Stenbolê jî girtin û li gelek bajaran bi giştî 39 kes destgîr kirin. Ji yên destgîr kirin 19 jê girtin û kar û barê dana îfadeyê xwe yên manî, li Edliyeya Tekîrdagê berdewam dike.

Êrîşên qirkirina siyasî li ber Edliyeya Tekîrdagê hatin protestokirin. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Dilşat Canbaz, Rêxistina HDP’ê ya Tekîrdagê û gelek kes hatin ber edliyeyê û daxuyanî dan.

‘DIXWAZIN HDP’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a bi malbatan re li ber Edliyeya Tekîrdagê daxuyanî da çapemeniyê, got ku wan haya wan ji biryarên ku dadgeh didin heye. Demir diyar kir ku 3’ê Hezîranê di girtina bi ser HDK’ê de dest danîne ser materyalên dîjîtal û destnîşan kir ku pêkanîneke wiha ya bêyî hebûna parêzeran nehuqûqî ye. Demîr bertek nîşanê cezayê ku dane 19 kesên li Tekîrdagê hatin destgîrkirin da û wiha got: “Em wek HDK, li dijî newekheviyê parastina wekheviya baweriyan dikin. Parastina hevsengiya ekolojîk dikin. Em parastina mafê jinan dikin da ku bi qanûnan bê mîsogerkirin.”

Demîr anî ziman ku ew têkoşîn û siyaseteke demokratîk dikin û wiha axivî: “Tiştekî me yê ji kesê veşartî tune ye. Cihên em lê dimînin û nasnameyên me diyar in. Ji bo wê jî helwesta me li dijî nêzîkatiyên wiha yên me krîmînalîze dikin aşkere ye. Ji bo protestokirina biryara vê dadgehê ya nehuqûqî ya girtina hevalên me em li vir in.”

‘ESAS ÊN KU BÊN DARIZANDIN AKP Û MHP NE’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta têkoşînê bersivê bidin ên hewil didin HDK’ê krîmînalîze bikin û wiha pêde çû: “Biryar û talîmata hatiye dayîn ji kû tê em baş dizanin. Rejîma yek zilamî weke doza Kobanê û Geziyê, bi dosyeyên nava wan vala hevalên me girtin. Em dizanin dozger û dadgerên biryara dozên Kobanê û Geziyê dan û yên vê dozê heman in û mîna organên biryardayînên siyasî yên desthilatdariya AKP’ê dixebitin. Doza Tekîrdagê jî wek doza Kobanê doza dek û dolaban e. Em pê dizanin ku îro yên li vir tên darizandin ne HDK’yî, lê rejîma AKP-MHP’ê ye. Em ê li ber van girtinên nehuqûqî serî netewînin.”